19:17 23 Hezîran 2018
Kim Jong-un

Êdî Koreya Bakur dikare êrîşî Amerîkayê bike

© REUTERS / KCNA
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Koreya Bakur Kim Jong-unî , ragihand ku piştî herdû ceribandinên duh ên avêtinqa moşekên balîstîkî, êdî diyar e ku welatê wî dikare êrîşî Amerîkaya li okyanûsa Pasîfîk bike.

Navenda Nûçeyan — Duh him rayedarên DYAyê û him ên Koreya Bakurî ragihandibû ku ya dawî du ceribandinê avêtina moşekên orte-menzilî yên bi navê Musudanê pêk anîn û hatibû îdiakirin ku ya pêşî bi ser neketibû.
Herwiha rayedaran ragihand ku moşeka duyem bi rastî Japonyayê bi qasî 400 kîlometreyî bilind bû û dûre ket nav deryayê.

Ji aliyekî din ve, Ajansa Fermî ya Koreya Bakur KCNAyê ragihand ku ceribandina firandina moşekan bê ku ti ziyanê bigihîne cîranan, bi ser ket. Herwiha nûçeyê ragihand ku Kimî gotiye, "em êdî dikarin bi awayekî fîîlî êrîşî hemû deverên çalakiyên Amerîkayê li okyanûnsa Pasîfîk".

"DIKARE BIGIHÊJE JAPONYAYÊ Û GIRAVA GUAMÊ YA AMERÎKAYÊ"

Ev moşekavêj hatiye dîzayinkirin ku zêdetirî 3 hezar kîlometreyî biçe û ev jî tê wê wateyê ku bikare xwe bigihîne tevahiya Japonyayê û xw ebigihîne girava Guamê ya Amerîkayê.

"DYA Û KOREYA BAŞURÎ ŞERMEZAR KIR"

Herwiha hat ragihandin ku Koreya Başûr û Amerîkayê ev ceribandina moşekan şermezar kir û ragihand ku ev kiryar binpêkirina biryarên Neteweyên yekbûyî ye ku nayê qebûlkirin.

Koreya Bakur û ya Başûr di salên 1950-1953an de, ne bi peymana aştiyê lê bi agirbestê hat rawestandin û di encamê de bi awayekî teknîkî hîn jî di şer de ne.

Bi heman mijarî:

Japonya ji ber Koreya Bakur ket rewşa amadebaşiyê
Rûsya:'Li hemberî Koreya Bakur em li dijî bertekên leşkeri yên zede ne'
Koreya Bakur:'Bi şaşîtî me dest danî ser keştiya Rûsyayê'
Rûsyayê hişyarî da Koreya Bakur
Heta desthilatdariya Koreya Bakur neyê binpêkirin, çêkên kîmyayî bi kar nayîne
Serokê Koreya Bakur Kim, dawet û merasîmên cenazeyan qedexe kirin
Etîketan:
moşekên balîstîk, Ajansa Fermî ya Koreya Bakurî KCNA, Neteweyên Yekbûyî, Kim Jong-un, Guam, Amerîka, Japonya, Koreya başûr, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de