09:45 23 Hezîran 2018
Lafarge

Qeraseya înşaata frensî Lafargeyê, bac daye DAIŞê?

© AFP 2018 / FRANCK FIFE
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê hiqûqa navdewletî Emmanuel Daoudî ew îdia nirxandin ên ku şirketa hilberînera malzemeyên înşaatê ya frensî Laferge di salên 2013-2014an de bac daye DAIŞê û diyar kir, ev îdia rast be, divê ev kiryar were sizakirin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Le Mondeyê, Lafargeya ku sala 2010an dest bi karê xwe li Sûriyeyê kiriye, ji bo ku bikare karê xwe li herêma Cebeliyê ya ku ketibû destên DAIŞê dewam bike, peyman bi rêxistinê re daniye.

Pisporê hiqûqa navneteweyî Daoudî bersiva pirsyarên Sputnîkê dan û diyar kir ku Lafarge bi koma Holicim a Swîsrayê ve girêdayî ye lewra pêwîst dozgerên swîsrî û frensî biryarê derbarê şirketê de bidin.

"HAYA BEŞÊN SÛRIYE Û PARÎS JÊ HEBÛ"

Daoudî teqe zkir ku hayê beşên Sûriye û Parîsê ji meseleyê hebû û wiha dewam kir: "Li gorî berjengên ku Le Mondeyê bi dest xistine, Lefargeyê pere dane nuqteyên DAIŞê kontrol dikirin. Herwiha ihtimal heye ku ji bo parastina karker û çalakiyên xwe yÊn din li Sûriyeyê, pereyên din jî dabin."

"EGER REWŞEKE AWARTE HEBE, DIBE TAWANBARKIRIN RABE"

Pisporê hiqûqa navdewletî axiftina xwe wiha dewam dike: "Eger pêş-vekolînek tê kirin, divê binerin bê ev kiryar ji qestî ve hatiye kirin an na. Eger daghe biryarê bide ku ev di rewşeke awarte de hatiye kirin, dibe ku tawanbarkirina fînansekirina rêxistineke terorê bê rakirin."

Bi heman mijarî:

DAIŞ, bi qasî petrolê bacê jî dide hev
Le Monde: Kompaniya Lafarge, salekê bac da DAIŞê
DAIŞê li herêma Babê 900 welatiyên sivîl revandin!
Li Mûsilê li dijî DAIŞê operasyon: 20 terorîst hatin kuştin
Raporta ewlehî ya Amedê: "DAIŞê li dijî Tirkiyeyê cihad îlan kir"
Artêşa Iraqê li Enbarê derbeyeke mezin li DAIŞê da: 8 kuştî
DAIŞê li Minbicê êrîş kir: 28 şervanan jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
Bac, DAIŞ, Emmanuel Daoud, Parîs, Fransa, Swîsra, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de