22:53 25 Hezîran 2018
Konseya Ewropayê

Komeke parlamenterên KEyê daxwaz kirin ku Tirkiyê bikeve bin kontrola siyasî ya Konseyê

© AFP 2018 / DAMIEN MEYER
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterên Fransî û Ermenî yên Parlamena Ewropayê (PE) daxwaz kirin ku Tirkiyê di Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) de bikeve bin kontrola siyasî. Lê ev pêşniyar nehate qebûl kirin.

Navenda Nûçeyan — Raportorên Tirkiyê yên MPKEyê parlamentere Norwecî Ingebjorg Godskesen û ya Sirbî Nataşa Vuçkoviç derbarê Tirkiyê de raportek û pêşnûmeyek biryarê amade kirin û pêşkêşî Meclîsê kirin. Raport bi navê ‘Li Tirkiyê Xebitîna Saziyên Demokratîk' ve hate amadekirin kû tê de behsa rewşa siyasî ya Tirkiyê tê kirin. Di raportê de hate gotin ku di demên dawî de ji ber pêşketinên siyasî, Tirkiye bûye welatekê wisa ku, berpirsiyariyên xwe yên ji ber endamtiya Konseya Ewropayê ye yên hiqûqî û siyasî nikare pêk bîne. Dîsa hate gotin ku xebitîna saziyên demokratik di bin gefxwarinê de ne.

DAXWAZÊN PARLAMENTERÊN AKPÊ NEHATIN QEBÛLKIRIN

Li gorî nûçeya beşa tirkî ya DWyê, pêşnûme li Strasbourgê, li lijneya giştî ya MPKEyê hate nîqaşkirin û bi 96 dengan hate qebûlkirin ku 24 parlamenteran dengên neyênî bikar anî. Herweha 10 parlamenter bêbiryar man. Di dema dengdayinê de ti pêşniyarên guhertinê yên endamên AKPê yên MPKEyê nehatin qebûlkirin.

Di metna biryarê de bêhtir li ser şerên bajarên kurdan, rakirina parêzbendiya parlamenteran, azadiya çapemeniyê û mijara dewleta hiqûqê derketin pêş. Ji ber van bûyeran hate diyarkirin ku derbarê mijara ‘xebitîna saziyên demokratîk' de gûmanên mezin bi wan re çêbûne. Îdiayên derbarê çar wezîran û kurê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de weke destpêka guhertina pêvajoyên polîtîk ên netewî hate nirxandin.

DAXWAZA ÇARESERIYA SIYASÎ HATE KIRIN

Hate xwestin ku pêvajoya dadê ya derbarê rakirina parêzbendiyên parlamenteran, ‘li gorî normên Konseya Ewropayê û çarçoveya rêzgirtina azadiya ramanê' bê meşandin. Herweha ji Tirkiyê daxwaz hate kirin ku ‘têkoşîna dijterorê' li gorî ‘hiqûqa navdewletî' çêbike û bang li Tirkiyê û PKKê hatekirin ku li rêya çareseriyê ya siyasî bigerin.

'TIRKIYE FIŞARÊ LI SER ROJNAMEYAN DIKE'

Herweha behsa fişarên li ser rojnameyan û daxwaza kontrolkirina erkên dadê jî hatin rexnekirin.

Di vê navberê de di dema dengdayina metna biryarê de komeke parlamenterên Fransî û Ermenî daxwaz kirin ku Tirkiyê, Di MKPEyê de bikeve bin kontrola siyasî. Lê ev daxwaz di demên dawî yên dengdayinê de nehate qebûlkirin.

Bi heman mijarî:

Bijîşkên Sînornenas ji bo Tirkiyeyê nerazîbûna xwe nîşanî YEyê da
Ji YEyê bo vîzeyê daxuyanî: "Divê Tirkiye krîterên mayîn bi cih bîne"
Wezîrê YEyê Çelik: Ev birêkûpêkkirin nagihêje 1ê Tîrmehê
YEyê dubare kir: Serbestiya vîzeya Tirkiyeyê dê dereng bimîne
Tirkiyê û YEyê lûtkeya dijterorê lidar xistin
Etîketan:
raport, DW, AKP, Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, Nataşa Vuçkoviç, Ingebjorg Godskesen, Strasbourg
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de