06:34 20 Sibat 2018
Zindî
    Venezüella Devlet Başkanı Nicolas Maduro, iki ülke arasında diyaloğun geliştirilmesi amacıyla ülkeye ziyaret düzenleyen ABD Dışişleri Bakanlığı yetkilisi Büyükelçi Thomas Shannon ile görüştü.

    Venezûela: Em hêvî dikin ku Obama helwesta xwe biguherîne

    © REUTERS/ Carlos Garcia Rawlins
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokdewletê Venezûela Nîcolas Madûro bi rayedar û Balyozê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Thomas Shannon re ku ji bo pêşxistina diyalogên di navbera herdu dewletan de serdana Venezûelayê kir, hevdîtin pêk anî.

    Navenda Nûçeyan —  Serokdewletê Venezûelayê Madûro piştî hevdîtina xwe ya bi Shannon re daxuyanî da çapemeniyê û got "min peyamek da Shannon da ku ew jî bide Serokê Amerîkayê Barack Obama. Em hêvî dikin ku Obama dê helwesta xwe ya li hemberî şoreşa Venezûelayê ku ev 8 sal in nişan dide, biguherîne."

    Herwiha hat ragihandin ku Balyozê Amerîka Shannon li Venezûelayê bi mixalîfan re jî hevdîtin pêk aniye lê mixalîfan banga diyalogê ya hikumeta Madûro redkirine. Li gel vê yekê hefta borî Wezîrê Karên Derve yê Amerîka John Kerry diyarkiribû ku wan ji bo destpêka diyolaga herdû dewletan ji nû ve biryar girtine.

    Di navbera Amerîka û Venezûela de ji sala 2010an vir ve peywendiyên dîplomatîk yên di asta balyozan de tune ye. Obama jî sala borî qerarnameyek îmzekiribû ku li gorî wê qerarnameyê Venezûela ji bo ewlehiya Amerîka wek tehdîtekê dihat dîtin.

    Venezûela jî Amerîka tawanbar dike ku Amerîka dest davêje karên navxweyî yên Venezûelayê û ji bo têkbirina desthilatdariya sosyalîst piştgiriya mixalîfan dike.

     

    Bi heman mijarî:

    'Kurd, Amerîka û Tirkiyeyê li ser girtîgeha malê ji bo Ocalanî li hev kiriye'
    Amerîka bi idiaya fînansekirina DAIŞê, 6 bankayên Tirkiyeyê dişopîne
    Amerîka: Derbarê mirina Bexdadî de ti delil nîne
    Rusya: Amerîka di Deryaya spî hêza xwe nîşan dide
    Amerîka û Rûsya nêzîkî hev dibin; pêwendiya hevpar jî kurd in
    Etîketan:
    qerarname, biguherîne, helwes, Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Nîcolas Madûro, Thomas Shannon, John Kerry, Venezûela, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de