11:51 22 Sibat 2018
Zindî
    Keştiya Misrê

    Keştiya ku li şûna Rûsyayê firotin Misrê ya Mistral gihîşt Îskenderiyeyê

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Keştiya ku Fransayê ji bo Rûsyayê ava dikir, lê piştî krîza Ûkraynayê dev ji firotina wê berda ya ‘Mistral' ku wekî keştiya helîkopteran tê zanîn a pêşî gihîşt limana Îskenderiyeyê.

    Navenda Nûçeyan - Keştiya ku Fransayê ji bo Rûsyayê ava dikir, lê piştî krîza Ûkraynayê dev ji firotina wê berda ya ‘Mistral' ku wekî keştiya helîkopteran tê zanîn a pêşî gihîşt limana Îskenderiyeyê.

    Li gorî nûçeya televîzyona CBC Extrayê, keştiya ku navê serokomarê berê yê yê Misrê Cemal Abdul Nasir lê ye di rojên pêş de wê tevlî tetbîqeta filoya hevpar a Fransa û Misrê bibe.

    Keştiya Mistraller ku ji bo Rûsyayê li Fransayê dihat çêkirin piştî ku nehat teslîmkirin, peymana navbera her du welatan fesx bibû û amûrên keştiyê yên rûsî hatibûn jêkirin. Paşî du keştiyên şer, bi buhayê 950 milyon euroyî firotibûn Misrê.

    Keştiya yekemîn serê vê mehê li limana Saint-Nazaireyê teslîmî berpirsên Misrî kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Misir: Dibe balafira me di encama êrişek terorî de ketibe
    Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
    Misir: Balafira rûsî ji terefê terorîstan ve hat xistin'
    Rûsya: Îran, Iraq, Misir, û Libnan jî wê li civîna Viyanayê bibin
    Misir dublora kanala Swêsê avadike
    Etîketan:
    Keştiya Mistraller a ku ji bo Rûsyayê hatibû çêkirin, Keştiya şer, Îskenderiye, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de