12:03 20 Hezîran 2018
Brexit - referandûma Brîtanyayê - derketina ji YEyê

Encamên referandûmê yên pêşî ji Brîtanyayê hatin

© AFP 2018 / Carl Court
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Encamên anketên pêşî yên li dû dengdanê li Brîtanyayê hatin ku ji bo man û nemana xwe di YEyê de deng dide. Li gorî wan aketan, alîgirên mana di Yekîtiya Ewropayê de, bi 4 puanan li pêşiya yên dijberî manê ne.

Navenda Nûçeyan — Ipsos Mor encamên anketên li dû dengdanê weşandin û li gorî wan wiha hat ragihandin, 52% ji dengderan piştgiriya mayîna di Yekîtiya Ewropayê de dikin lê 48% jî ji bo derketinê deng didin.

Li gorî agahiyên ku ketine destên me, 12% ji beşdarên referandûmê, fikira xwe di çend saetên dawî de gunherandiye.

Îro pênçşemê, gelê Brîtanyayê beşdarî referanûma mayîn an jî derketina ji Yekîtiya Ewropayê dibin. Biryara vê referandûmê piştî ku serokwezîrê Bîrtanyayê David Cameron û serokên 27 dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê li hev kir ku statûyeke taybet bidin Brîtanyayê.

Alîgirên derketina ji YEyê ku wek Brexitê tê binavkirin, dibêjn ku endamîtiya welatî di YEyê serxwebûna welatî helandiye û sînordar kiriye lê alîgirên mayînê dibêjin ku derketina ji YEê dê ziyaneke mezin bideaboriya Brîtanyayê.

Etîketan:
Brexit, referandûm, Yekîtiya Ewropayê, YE, Ipsos Mo, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de