13:27 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Haltervanên rûsî

    Dibe halterciyên rûsî ji Olimpiyadên Rioyê werin derkirin

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Ji bo hinceta îxlalên dopîngê, dibe taximên halterê yên Rûsya, Belarûs û Kazakistan ji Olimpiyadên Rioyê ku li Brezîlyayê pêk tên werin derkirin.

    Navenda Nûçeyan — Federasyona Kalter a Navneteweyî (IWF) di sala 2008an Olimpiyadên Pekin û Olimpiyadên Londrayê yên 2012an de ji werzîşkaran numûneyên mîz û xwînê girtibûn û ew numûne dîsa hatin vekolan. Li gorî zanyariyên berdest, dibe federasyon taximên haltere yê Rûsya, Belarûs û Kazakistanê ji Olimpiyadên Rioyê men bike.

    IWF di daxuyaniya xwe de ragihand ku divê Komîteya Olimpiyadan a Navneteweyî cezayê derkirinê erê bike û divê tenê îmkana atletên paqij hebe ku bikaribin tevlî pêşbirkên olimpiyadan bibin.

    Di vê navberê de IWF di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ji bo ku em rastî gelek bûyerên dopîngê hatin, dibe qotaya haltervanên rûsî ku wê tevlî Olimpiyadên Rioyê bibin daxînin.

    Mutko, nabe cezayê îxlalên borî bikşînin

    Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko biryara IWFê rexne kir û got: "Ev bûye halekî psîkoz. Hûn çawa dikarin taximekî ku wê tevlî limpiyadên 2016an bibe û ji bo kiryarên 2008 û 2012an wî taximî bidin cezakirin. Ev biryara IWF derketiye derveyê çarçoveya xeleka nirx û hiqûqê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dibe Pûtîn ji bo Olimpiyadên Rioyê here Brezîlyayê
    Rûsyayê, îdiayên dopîngê yên Olimpiyadên Soçiyê derewandin
    Rûsya: "Ji bo atlêtên me herin Rioyê em ê heta dawî tekoşîna xwe bidomînin"
    Atletên rûs dê beşdarî olimpiyatên Rioyê nebin
    "Di olimpiyatên Rioyê de metirsiyeke cidî ya Zikayê tine"
    Etîketan:
    Qedexekirina haltervanên rûsî, Olimpiyadên Rioyê, Federasyona Kalter a Navneteweyî (IWF), Wezîrê Sporê yê Rûsyayê, Vîtaliy Mutko, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de