04:41 26 Sibat 2018
Zindî
    Baregeha Încirlikê

    Ji siyasetmedarên Alman berteka Încîrlîkê: Provakosyaneke bizanebûn e

    © Foto: DHA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji ber ku ji aliyê Tirkiyeyê ve destûr nehat dayîn ku Musteşarê Wezareta Parastinê ya Almanyayê Ralf Braûksîepe û wekîlên bi wî re serdana baregeha Încîrlîkê bikin, ji Almanyayê berteka tund hat nişan dan.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya DW Tirkî Florîan Hahn ê ku berdevkê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yên Meclîsa Federal ê Partiya Yekîtî ya Sosyala Xirîstiyan e, got "ev tevgereke wisa bêberpisrayrî ye ku dûrê her cure mentiqê siyasî ye û li hemberî dewleteke mutefîqê NATOyê hatiye kirin. "
    Hahn ê ku ev tevgera Tirkiyeyê wek ‘provakasyoneke bizanebûn' binavkir got ev dê li ser polîtîkayên Almanya yên ewlehiyê bandorê bike û anî ziman ku "ji bo bicihkirina balafirên kişfê yên Tornado divê em li cihên alternatif yên wekî baregeha Ammanê ya li Urdunê bigerin."

    Herwiha Wezîrê Berê yê Parastinê Franz Josef Jûng jî li hemberî Tirkiyeyê bertek nîşan da û got "divê ji aliyê me ve ji bo Tirkiyeyê bersiveke munasîb were dayîn." Li gel vê yekê pisporê polîtîkayên parastinê yê Partiya Keskan Tobîas Lîndner jî bang kir ku bila hikumeta Alman dev baregeha leşkerî ya Încîrlîkê berde.

    Duh jî ji aliyên Wezareta Parastinê ya Almanya hatibû ragihandin ku serdana Încîrlîkê hatiye betalkirin lê sedema wê nehatibû diyarkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Almanya daxwaza Erdogan ya temyîzê red kir
    Petry: "Erdogan, ji bo Almanya û Ewropa ne dostekî bi bawer e"
    Sûriye: "Hebûna hêzên Almanya û Fransayê îxlala desthilatiya me ye"
    Almanya welatiyên xwe hişyar kir: ‘Hay ji axaftinên xwe hebin'
    Etîketan:
    provokasyon, baregeh, balafir, Partiya keskan, Meclîsa Federal a almanî, NATO, Tobîas Lîndner, Florîan Hahn, Franz Josef Jûng, Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de