02:26 18 Sibat 2018
Zindî
    Internally Displaced Persons (IDP) mostly men sit in line waiting to be served with food at Dikwa Camp, in Borno State in north-eastern Nigeria, on February 2, 2016

    Li bakurê Nîjeryayê di kampê de 200 kes ji tî û birçîbûnê mirin

    © AFP 2018/ STRINGER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ragihand ku li Bamaya bajarê Nîjeryayê di kampê 200 kes ji tî û birçîna mirin.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ragihand ku li Bamaya bajarê Nîjeryayê di kampa ku kesên ji rêxistina terorîst a Boko Haramê reviyane tê de dimînin 200 kes ku jin û zarok di nav de ji tî û birçîbûnê mirin. Kamp 70 kîlomêtroyî dûrî bakurê rojavayê paytexta eyaleta Bornoyê ye û 24 hezar kes li wir dimînin.

    Hat ragihandin ku di kampê de qeyraneke pir mezin heye, xwarin û vexwarina kesên ku di kampê de dimînin tuneye û di nava mehekê de herî kêm 200 kes ku piraniya wan jin û zarok bûn ji tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

    Boko Haramê bajarê Bamayê di îlona 2014an de kontrol kiribû. Artêşa Nîjeryayê par bajar ji destê rêxistinê rizgar kir, lê bi hezaran kes mecbur man ku terka mal û warên xwe bikin.

    Bi heman mijarî:

    Boko Haram got dinya erda rast e û kete şopa mamosteyên erdnîgariyê!
    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'
    5 çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
    Li Nîjerê Boko Haramê êrîş kir: 32 mirî, 70 birîndar
    Artêşa Nîjeryayê: 97 jin û zarok ji Boko Haramê hatin xilaskirin
    Etîketan:
    Komeleya Bijîşkên Sînornenas, Rêxistina terorîst a Boko Haram, Bamaya, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de