11:24 22 Sibat 2018
Zindî
    Peyk

    Hindistanê 20 peyk bi hev ve pekandin fezayê

    © Foto: AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda Lekolînên Feza ya Hindistanê (ISRO) ragihand ku li baregeha feza ya eyaleta Andhra Pradeşê moşeka ku 20 peyk têdebûn bi serkeftî hat pekandin.

    Navenda Nûçeyan — Ofîsa Enformasyon a Çapemeniya Hindistanê (PIB) di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji wesayîta pekandina peyke ya Polarê ji xeyrî peykên (PSLV-C34) yên herêmî û peyken çavdêrî Cartosat-2 û 17 peykên aîdî Kanada, Almanya, Endonezya û Amerîkayê bi serkeftî ji bo rêgehê hatin pekandin.

    Hat ragihandin ku bi tevahî giraniya peykan hezar û 288 kîlo ye û ev di dîroka bernameya Hindistanê de care yekemîn e ku hevçend peyk bi hev re girêdayî têne pekandin.

    Rekor a Rûsyayê ye

    Li gorî çavdêran, Hindistan bi vê pekandina peykên xwe ev jî bûye lîstîkvanekî girîng ê bazara fezayê ku milyar dolaran tê hesibandin. ISRO, di sala 2008an de moşekeke ku 10 peyk pê ve bûn pekandibû û paşî li rêgehê dabû rûniştandin.

    Reqora ku di carekê de herî zêde peyk pekandin rêgehê aîdî Rûsyayê ye. Rûsyayê, di sala 2014an di carekê de 37 peyk bi hev re pekandin fezayê.

    Bi heman mijarî:

    Hindistan dê konsolosxaneya xwe li Hewlêrê veke
    Çîn û Hindistan, daxwaza pergala moşekên S-400î dikin.
    Hindistan – Li dijî pergala Kastê berxwedan: 7 mirî
    Gelo Hindistan amadeye ku tekoşînê bi DAÎŞê re bike
    Hindistan ji krîza Yunanistanê natirse
    Etîketan:
    peyken (PSLV-C34), Navenda Lekolînên Feza ya Hindistanê (ISRO), Ofîsa Enformasyon a Çapemeniya Hindistanê (PIB), Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de