06:44 20 Sibat 2018
Zindî
    Ala Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê

    Li Brîtanyayê roja referandumê

    © AFP 2018/ PHILIPPE HUGUEN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro pênşemî 23ê Hezîranê gelê Birîtanya li ser sindoqên dengdanê bo beşdarbûn di referanduma man an jî cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê amade dibin û qedera xwe û welatê xwe diyar dikin.

    Navenda Nûçeyan — Ew demeke dirêje ku alîgir û dijberên derketina Birîtanya ji Yekîtiya Ewropa bi kampanyayên dijberiyeke tuj bi hev re dikirin.

    Di referanduma îro de dê ew pirs li xelkê Birîtanya bê kirin: "Gelo Birîtanya gerek wek endamê Yekîtiya Ewropa bimîne an jî ji Yekîtiya Ewropa derkeve?"

    Li gorî rapirsiyên herî dawî ku duhî 22ê Hezîranê hatiye eşkerekirin, dengên alîgir û dijberên mana Birîtanya di Yekîtiya Ewropa de gelek nêzîkî hev in.

    Serokwezîr David Cameron û piraniya wezîrên kabîneya hikûmeta piştgirî li mana Birîtanya wek endamê Yekîtiya Ewropa dikin, her wiha beşeke zêde ya sermayedar, karsaz û hunermendên Birîtanî jî piştgirî dabûn kempîna mana welatê xwe di Yekîtiya Ewropayê de.

     

     

    Bi heman mijarî:

    UEFA hişyariya dîskalîfiye yê da Rûsya û Brîtanya yê
    Veqetandina Brîtanya ji YEyê dê bandora domînoyê bike
    Reqîbê pêşî yê Rûsyayê, di EURO 2016an de Brîtanya ye
    David Cameron: ‘Ya Îngîltereya biçûk an jî Brîtanya mezin'
    Brîtanya dê hezar leşkeri bişînê sînorê Rûsyayê
    Etîketan:
    Referanduma man an jî nemana nava Yekîtiya Ewropaye, Li Brîtanyayê referandum, David Cameron, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de