12:53 25 Hezîran 2018
Kesê ku Alaya Tirkiyeyê li Almanyayê daxist

Alaya Tirkiyeyê li Almanyayê hat daxisitin

© Foto : DHA
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Dortmundê yê Almanyayê, kesekî alaya Tirkiyeyê ya li gara trenê hatibû hilawistin, daxist û slogan ji bo PKKê û Serokê PKKê Abdullah Ocalanî avêtin.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku kesekî alaya Tirkiyeyê li gara trênê ya Dortmundê rakir û avêt erdê. Ew ala ji bo welatên beşdarî şampyoniya EURO 2016an dibin, hatibûn daliqandin.

Li gorî agahiyên ketine destên me, ew kesê ku alaya Tirkiyeyê avêt erdê, piştî wê slogan ji bo PKKê û serokê wê Abdullah Ocalanî avêtine heta ku polîsan hatiye û ew ji cihê bûyerê dûr xistiye.

Ji aliyekî din ve, bi qasî di vîdeoyê de diyar dibe, piştî ku wî kesî alaya Tirkiyeyê avêtiye, hinek kesên tirk hatine pêşiya garê û bertek nîşan daye û ew bûyer bûye sedema aloziyan.

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê ala Tirkiyeyê hat şewitandin.
Xortên Bexdayê ji ber Mûsilê ala Tirkiyeyê şewitandin
Ala Tirkiyeyê hat şewitandin
Li Tirkiyeyê ablema alaya Kurdistanê hat qedexekirin
Etîketan:
alaya Tirkiyeyê, EURO 2016, pkk, Abdullah Ocalan, Tirkiye, Dortmund, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de