05:00 20 Sibat 2018
Zindî
    Rusya û Çîn

    Di serdana Çînê ya Pûtîn de dê 30 peyman werin îmzekirin

    © Flickr
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Rûsyayê yê Pêkînê Andrey Denîsov diyarkir k udi serdana Çînê ya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de zêdetirî 30 peymanan dê were îmzekirin.

    Pekîn — Hatibû ragihandin ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser daweta Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng dê serdana Çînê bike.

    Balyozê Rûsyayê yê Pekînê Denîsov ê ku bersiva pirsên çapemeniya Rûsyayê da, anî ziman ku her hevdîtina serokê Rûsya û Çînê wek hedîseyeke global e û got "ji bo serdana ku tê plankirin di 25ê Hezîranê de were destpêkirin, li ser maseyê lîsteyeke 30 projeyan heye."

    "PEYWENDIYÊN ABORÎ Û TÎCARÎ BIPÊŞ DIKEVIN"

    Vitaliy Mutko
    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Denîsov balkişand ser ku peywendiyên aborî û tîcarî yên di navbera Rûsya û Çînê de bi pêş dikevin û destnîşankir ku di bin mercên aborî yên global ên neyînî de girîngiya herî mezin didin hevkariya vê qadê.

    Herwiha Denîsov diyarkir ku îxracata Çînê ya ji bo Rûsyayê di 4 mehên pêşîn ên sala 2016an de ji sedî 4.4 zêdebû û gihîşt 9 mîlyar û 800 mîlyon dolarî û got k udi îtxalata malên Rûs ji bo Çînê de jî bi qasî ji sedî 2.8 kêmasiyek çêbûye.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Ji bo atlêtên me herin Rioyê em ê heta dawî tekoşîna xwe bidomînin"
    Rûsya: Baştir e ku IAAF bê fesixkirin
    Rûsya: Di mijara mueyîdeyan de gava pêşiyê em navêjin
    Rûsya: 'Em ê bi Kurdistanê re hin projeyên hevpar yên aborî li dar bixin'
    Rûsya û Koreya Başûr wê li hemberî Pyongyangê hevkariyê zêde bikin
    Etîketan:
    peyman, hevdîtin, Balyozxaneya Rûsya ya Çînê, Şî Cînpîng, Vladîmîr Pûtîn, Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de