11:03 23 Hezîran 2018
YE

Dîplomatên Ewropayê: YEyê dema mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê 6 meh dirêjkirin

© AFP 2018 /
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Dîplomatên Ewropayî ragihandin ku welatên Yekîtiya Ewropayê di mijara mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê de lihevkirine ku dema mueyîdeyan heta dawiya meha Rêbendana 2017an dirêj bikin.

Navenda Nûçeyan — Destûrmendekî YEyê ji Sputnikê re axivî û diyarkir ku nûnerên 28 welatên YEyê biryar dane ku mûeyîdeyên di qada enerjî, fînans û parastinê de, yên li hemberî Rûsyayê bi qasî 6 mehan dirêj bikin.

Herwiha heman çavkanî bibîrxist ku divê biryar ji aliyê Konseya YEyê ve were pejirandin û got ku "em dikarin teyit bikin ku Komîteya Nûnerên Daîmî biryar girtiye ku dema mueyîdeyên Rûsyayê dirêj bike û nirxandina pêvajoya pêkanînê ya peymanên Mînskê bidomîne."

Çavkaniyên dîplomatîk yên ku ji Reûtersê re jî axivîn, gotin ger ku ji aliyê parlamentoya Fransayê ve îtîraz çênebe, mueyîdeyên ku li hemberî Rûsyayê tên pêkanîn, ji bo dirêjkirina 6 mehan wê werin pejirandin.

Ji aliyê din ve Reûters ragihand ku Yekîtiya Ewropayê dê di nîvê dawiya vê salê de polîtîkayên li hemberî Rûsyayê bi awayekî giştî binirxîne.

Brukselê di adara 2014an de ku wê deme Qirim bi Rûsyayê ve hatibû girêdan, li hemberî Rûsyayê dest bi mueyîdeyan kiribû.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Yê ku sebra wî nemaye, em in ne Amerîka ye
Tusk: "YE wê di piştgiriya filistîniyan de berdewam be"
Balyozê YE yê li Tirkiyeyê îstîfa kir
Reuters: Nexweştirîn kabûsa Tirkiyeyê, Rojava ye
Rûsya: Bila YE ji bo kurdan fişarê li Tirkiyê bike
Etîketan:
mueyîde, dirêjkirin, Komîteya Nûnerên Daîmî, Yekîtiya Ewropayê, Fransa, Qirim, Rûsya, Ewrûpa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de