21:54 22 Sibat 2018
Zindî
    Milîtanên Talîban

    Talîban li pey kuştina polês û leşkerên Afxanan e

    © AFP 2018/ Arşiv
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Talîban li Afxanîstanê di mehên dawî de êrişên xwe yên li dijî leşker û polêsên afxan zêdetir kir. Hate ragihandin ku rêxistinê li başûrê Helmandê otobêsa rêwiyan daye sekinandin û 60 kesan revandiye. Herwiha Talîbanê heta niha polês û leşkerên ku revandibû kuştine.

    Navenda Nûçeyan — Midûrê Ewlekariya Helmandê Muhammed İsmail, ragihand ku Talîbanê bi çekan beriya otobêsa rêwiyan girtine û nêzî 60 kesan revandine û birine cihekî nediyar. Ji aliyê din ve berdevkê Talîbanê Yusuf Ahmedi jî daxuyand ku hin kesên ku revandine serbest berdane lê 27 kes jî hêj di destên wan de ne.

    Mîlîtanên Talîbanê di du mehên dawî de li herêmên cuda ku otobesan dane sekinandin û nêzî 30 polês û leşkeran revandine û piştre jî wan kuştibûn

    Piştî serokê Talîbanê Molla Ahtar Mansur ku di operasyonek hewayî ya Amerîkayê de hatibû kuştin, Molla Haybatullah Akundzade bibû serokê Talîbanê ya nû.

    Bi heman mijarî:

    Îran: 'Em destekê nadin Talîban'
    Stratejiya nû ya Amerîka û Hikumeta Afxan: Dê alîkariya madî bidin Talîban!
    Talîban li Afxanîstanê êrişî konvoya amerîkiyan kir
    Di nava Talîban de krîza serokatiyê: 70 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    operasyon, kuştin, polês, leşker, revandin, revî, otobês, talîban, Molla Haybatullah Akundzade, Molla Ahtar Mansur, Yusuf Ahmedi, Muhammed İsmail, Helmandê, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de