21:21 18 Sibat 2018
Zindî
    Xeta sînor

    HRW: Dest bi lêkolîna ku leşkerên tirk ji heman malbatê 8 kesan kuştin kir

    © Foto: Evrensel
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ku navenda wê li New Yorkê ye (HRW) niha nûçeya ku malbetek sûrî dema xwestine derbasî Tirkiyayê bibin û ji aliyên leşkerên tirk ve hatine kuştin, lêkolîn dike.

    New York — Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyayê ku navenda wê li Londonê ye ragihandibû ku leşkerên tirk malbatek sûrî dema xwestine derbasî Tirkiyayê bibin, gule reşandine û di encamê de ji heman malbatê 4 ji wan zarok 8 kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

    Lêkolînerê HRWê Gerry Simpson ji televîzyona RTê re daxuyand ku saziya mafên mirovan dest bi lêkolîna wê bûyera xemgîn kiriye.

    Herwiha Simpson, destnîşan kir ku bûyerên leşkerên tirk gule direşînin ser penaberên sûrî piştî peymana penaberan ya di navbera Tirkiya û Yekîtiya Ewropayê de hate morkirin vir ve zêde bûne.

    Navborî diyar kir ku piştî peymanê leşkerên tirk li ser sînor bi eweyek êrişkar tevdigerin û penaberên sûrî ku dixwazin ji şer û pevçûnan birevin li ser sînor gule baran dikin û gelek ji wan jî tên kuştin.

    Simpson, eşkere kir ku ev di metirsiyê dene Yekîtiya Ewropayê li hemberî kirinên Tirkiyayê bêdenge û Tirkiya jî perpirsyarên wan kuştinan dê ceza neke. Niha tu hêviyek tineye ku kesên fermana kuştinan dane bên dîtin û ceza kirin.

    Divê navberê de rayedarên tirk kuştinên li ser sînor ya ji aliyê leşkerên wan ve red dikin. Nexwazim di demên dawî de rayedarek leşkeriya tirk ji ajansa Reutersê re daxuyand ku îdiayên wiha nerastin. Kesên ku sînorê me îlegal dixwazin derbas bikin in lê me raste rast jî gule nereşandiye wan kesan.

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEMê bangî NY, HRW û saziyên navneteweyî kir
    HRW: Leşkerên tirk penaberan dikujin û birîndar dikin
    HRW: Tirkiye guleyan li penaberan direşîne
    HRW:Tirkiye li sînor êrişê penaberên sûriyeyî dike'
    Etîketan:
    reşandin, sûrî, kuştî, penaber, gule, leşker, lêkolîn, Televîzyona RTê, Gerry Simpson, Tirkiya, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de