00:51 19 Sibat 2018
Zindî
    Frauke Petry

    Petry: "Erdogan, ji bo Almanya û Ewropa ne dostekî bi bawer e"

    © AFP 2018/ DPA / Julian Stratenschulte
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Almanyayê serokê partiya AFDyê ku nîjadperest û dijberê biyaniya ye Frauke Petry ragihand ku Erdogan ne ji bo Berlinê û ne jî ji bo Brûkselê dostekî bi bawer e.

    Navenda Nûçeyan — Li Almanyayê serokê Partiya ji bo Almanyayê Alternatîf (AFD) ku nîjadperest û dijberê biyaniya ye Frauke Petry di hevpeyvîna xwe ya Rossiya Todayê (RT) behsa krîza penaberan a navbera Tirkiye û Ewropayê de kir û ragihand ku Erdogan ne ji bo Berlinê û ne jî ji bo Brûkselê dostekî bi bawer e.

    Frauke Petry di axaftina xwe de ji bo polîtikayên penaberan Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel rexne kir û got: " Gelê Almanyayê wê rojekê şiyar bibe û ferq bike ku serokwezîr ji desthilatî, sînor, qaîde û dev ji qanûnan berdaye."

    Pêwistiya Almanyayê bi qanûna penaberiyê heye

    Petry di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hikumeta Berlinê gengaze hem sînorê xwe û hem jî sînorê peymana Schengenê biparêze. Pêwistiya Almanyayê bi qanûneke penaberan cûda ji ya Yekîtiya Ewropayê heye."

    Seroka AFDê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tirkiye, bi taybetî Serokomarê wê Recep Tayyip Erdogan ji bo Almanya û Ewropayê ne dostekî bi ewle ye. Heke şirîkê we beriya ku peyman têkeve meriyete dest bi guvaşê bike, di dema dirêj de evê ji bo sepana peymanê xizmetê neke. Nabe di çarçoveya peymanê de serbestiya vîzeya Schengenê ji bo hemwelatiyê Tirkiyeyê were dayîn."

    Bi heman mijarî:

    Li Almanyayê li penaberên ku xwe têxin nav lepên pilingan tê gerîn
    Serokwezîrê berê yê Almanyayê: Şandina leşkeran ji bo sînorê Rûsyayê çewtiyeke mezine
    Diyaneta Almanyayê parlamentera ku dengê erê dabû negirte bernameya fitarê
    Flaş - "Leşkerên Almanyayê gihîştin Rojavayê"
    Keça 5 salî li kampa penaberan ya li Almanyayê bi guleyê birîndar bû
    Der Spiegel: Almanyayê parlamenterên ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ne hişyar kir
    Etîketan:
    Peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropay3e, Serokomarê Tirkiyê, serokê Partiya ji bo Almanyayê Alternatîf (AFD), Recep Tayyip Erdogan, Frauke Petry, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de