15:56 20 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Dîplomaya Erdoganî ket televizyona almanî

    © REUTERS/ Christian Hartmann
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2201

    Bernameya komediyê ya bi navê ‘Heute Show’ya ku di televizyona almanî ZDFê de tê weşandin, dîplomaya serokkomarê tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî bi awayekî mîzahî hat nîşandan.

    Navenda Nûçeyan — Di hesabê bernameyê yê Facebookê de, vîdeoyeke dîplomayê hat belavkirin û wiha hat gotin, "hinek guman li ser dîplomaya Erdoganî hene. Ha ji we re dîploma".

    Li gorî nûçeya Sozcuyê, li jora dîplomayê wiha hatiye nivîsîn, "Serokê bêhempa yê siberojê" û bi wî awayî henekê xwe bi Erdoganî kirine.

    Herwiha li li gel îmzeya dekan û alîkarê dekanî jî îmzeya Erdoganî bi xwe jî li ser dîplomayê heye.

    Ji aliyekî din ve, heman bernameya ku ZDFê de tê weşandin, di sala 2014an de dîsa Tirkiye ji ber qedexekirina înternetê kiribû mijara xwe û rexneyên tund li Erdoganî girtibûn.

    Bi heman mijarî:

    Mijara dîplomaya Erdoganî nayê girtin: Bila Muge Anli bibîne
    Ji Demirtaş bo Erdogan: ‘Heke dîplomaya wî tunebe serokomarî diweşe'
    Yekemîn koma xwendekarên Zanîngeha Rojava dîplomayê xwe standin
    Mehmet Altan: Putin heta ku serê Erdogan netewîne normalîzasyona têkiliyan çênabe
    Etîketan:
    dîploma, ZDF, Heute Show, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de