14:32 22 Îlon 2017
Zindî
    Terefgirên rûsî

    Dadgeha Frensî: Hukmê girtinê li sê alîgirên rûs birî

    © Sputnik/ Виталий Белоусов
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Îro sê alîgir ji 43 alîgirên rûs ku li bajarê Lîlleyê yê Fransayê hatibûn desteserkirin, derketin pêşberî dadwerî. Dadgeha frensî sizayên di navbera 1 û 2 salan de yên girtîgehê li 3 alîgirên rûs birîn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya AFPê, rûnişta dadgehê li bajarê Marsîliyayê pêk hat û dadgehê sizaya girtinê li welatiyên rûs ên bi navê Nikolay Morozov, Aleksey Yerunov û Sergey Gorboçev, ji ber bûyerên piştî maça Brîtanya û Rûsyayê, birî.

    Herwiha li gorî nûçeya Associated Pressê, 12 meh li Morozov, 24 li Yerunov û 18 meh li Gorboçevî hatin birîn.

    Ji aliyekî din ve, girtina alîgirên rûsî, bûbe sedea ragêşiya siyasî di navbera Fransa û Rûsyayê de û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî teqez kiribû ku ev desteserkirin nayên pejirandin û bangî balyozê Fransayê li Moskovayê Jean-Maurice Ripertî kiribû.

    Bi heman mijarî:

    20 terefgirên rûsî ji bo EURO 2016an ji Fransayê tên dersînorkirin
    Heta niha 63 kes li EURO 2016an hatine binçavkirin
    Reqîbê pêşî yê Rûsyayê, di EURO 2016an de Brîtanya ye
    Fransayê ji tirsa terorê, sepaneke taybet ji bo EURO 2016an çêkir
    Beriya EURO 2016an 15 êrişên terorî hatin pûçkirin
    Kadroyê Euro 2016 a taximê milî yê Rûsyayê
    Hemwelatiyên Çekî li dijî bikaranîna pereyê euro yê ne
    Etîketan:
    pêgog, alîgirî, Jean-Maurice Ripert, Sergey Lavrov, Sergey Gorboçev, Aleksey Yerunov, Nikolay Morozov, Brîtanya, Marsîliya, Lille, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de