12:41 25 Îlon 2017
Zindî
    Donald Trump

    Donald Trûmp bi zanîna xwe ya erdnîgariyê herkes ‘matmayî' hişt

    © REUTERS/ David Becker
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Bernamzetê Partiya Komarparêz Trûmp ku gelek caran bêhemdê xwe dipeyive, îcar jî zanîna xwe ya erdnîgariyê ‘eşkere' kir û herkes 'matmayî' hişt.

    Navenda Nûçeyan — Bernamzetê Partiya Komarparêz Donald Trûmp, gava ku li Atlantayê di mîtingekê de diaxivî, ji bîrkir ku Belçîka welatek e. Trûmp êrîşên terorê yên li Ewrûpayê bibîrxist û bêhemde xwe got "Belçîka bajarekî pir xweş e".

    Trûmp berê jî di FOX FOX Bûsîness Networkê de axivîbû û gotibû "nêzîkê 20 sal berê ez çûbûm Brukselê, pir xweş bû, her tişt pir xweş bû lê niha wek dojehê ye."

    "BELÇÎKA: BAJARÊ KU DONALD TRÛMP HERÎ ZÊDE JÊ HEZ DİKE"

    Ji aliyê din li hemberî vê xweşaşkirina Trûmp, bernamzeta Partiya Demokrat Hillary Clînton bêdeng nema.

    Clînton ji hesabê xwe yê twitterê wîdeoyeke bi sernavê "ji serokê we yê muhtemel ê careke din peyamek: Erdnîgarî" parvekir û wisa nivisî "Belçîka: bajarê ku Donald Trûmp herî zede jê hez dike."

     

    Bi heman mijarî:

    Trump: ‘Ez qarişî Esad nebim lê DAIŞê dê tune bikim'
    Trump: Pêwendiyên me bi Rûsyayê re dê baş bin
    DAIŞê bi vîdyoya Donald Trump banga cîhadê kir
    Donald Trump: Tirkiye ji bo petrolê piştgiriya DAIŞê dike
    Donald Trump: Dema Sedam û Qedafî hebûn Rojhilata Navîn xweştir bû
    Etîketan:
    Partiya Demokrat, Partiya Komarparêz, Hillary Clînton, Donald Trump, Atlanta, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de