11:28 24 Îlon 2017
Zindî
    Zarokên penaber

    UNICEF: Zarokên penaber yên li Fransayê ne di ewlehiyê de ne

    © AFP 2017/ Philippe Huguen
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1110

    Li gorî agahiyên raporta UNICEFê bi qasî 500 zarokên penaber yên bêkes yên li bakurê rojavayê Fransayê di bin mercên giran jiyan dikin û gelek ji wan dikevin nava destên çeteyên fihûşê.

    Navenda nûçeyan — Li gorî raportê zarokên penaberên bi şîdet, destdirêjî û tecawizê re rûbirû dimînin û gelek ji wan jî dikevin nav lepên komên çeteyan. Raport di encama  lêkolînên Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) yên li 7 bajarên cuda yên li herêmên Normandie û Nord-Pas-de-Calaisê hate amade kirin. Di raporta bi navê ‘ne ewlehî û ne jî tenduristî' de tê gotin ku ji 500î zêdetir zarokên penaberên bêkes hene û pirsgirêkên wan yên xîzanî, psikolojik û tenêtiyê hebe.
    Di raportê de tê gotin ku gelek zarok ketine destên komên çeteyan û çete bi wan hînî dizî, parsekî û gelek sûcên din dikin. Di raporê de behsa hevdîtinên li gel keçên Etiyopya, Eritre û Kurdistanê tên kirin û tê gotin ku ew  bo derbasî Brîtanyayê bibin pêdivî bi pereyan hene û lewma jî fihûşê dikin.
    Hate ragihandin ku bergiriyên Hikumeta Fransayê yên bo zarokên penaber gelekî kêm in û hate gotin ku saziyên dewletê û komeleyên penaberan hevkariya hev nakin.

    Bi heman mijarî:

    Zarokên penaber di kampê de rastî îstîsmara zayendî hatin
    Îngîltereyê zarokên penaber yên bêkes qebûl nekirin
    Papa lingê zarokên penaber şuşt û paşî jî maç kir
    Li Ewropayê, 10 hezar zarokên penaber windayî ne
    Hejmara zarokên penaber gihîşt 2 mîlyon û 500 hezaran
    Etîketan:
    fihuş, unicef, dizî, bêkes, zarokên penaber, fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de