12:06 26 Îlon 2017
Zindî
    Yemen

    Îmarata Erebî: "Şerê Yemenê ji bo me qediya"

    © REUTERS/ Stringer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1310

    Yek ji endamê aktîf ê operasyona navneteweyî ku Erebîstana Siûdî li Yemenê pêşengiya wê dike Îmarata Erebî ragihand ku wê ji operasyonê vekişin.

    Navenda Nûçeyan - Yek ji endamê aktîf ê operasyona navneteweyî ku Erebîstana Siûdî li Yemenê pêşengiya wê dike Îmarata Erebî ragihand ku wê ji operasyonê vekişin.

    Îmarata Erebî jî di adara sala borî de piştgiriya operasyona li hemberî Husiyên şie yên Yemenê kiribû. Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Enver Muhammed Gargas ragihand me biryar da ku em leşkerên xwe ji Yemenê vekişînin.

    Ji aliyê din ve Mîrzadeyê Îmarata Erebî Muhammed bîn Zeyîd di hisabê xwe yê Twitterê de peyamek weşand û got: "Pozîzyona me ya îro vekiriye. Ji bo leşkerên me bi fiîlî şer qediya. Em niha bi serastkirinên siyasî re eleqedar in û êdî rola me ya siyasî ji wê pê ve dê piştgiriya yemeniyên li herêmên rizgarbûyî be."

    Herî zêde leşkerên Erebîstana Siûdî di şer û pevçûnên li hemberî Husiyan cih digirin, hêzên Îmarata Erebî jî zêdetir parêzvaniya Qesra Serokatiyê ya Serokomarê Yemenê Abdurabbu Mensur Hadî ku li bajarê Adenê ye dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê du êrişên xwekujî: Herî kem 45 kuştî
    Li Yemenê 7.6 milyon kes di bin metirsiya birçîbûnê de ye
    DAIŞê li Yemenê êrişî baregeha leşkeri kir: 30 kuştî û 70 birîndar
    Li Yemenê 800 terorîstên El Qaîdeyê hatin kuştin
    Li Yemenê şer derket: 39 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    Şerê Yemenê, Mîrzadeyê Îmarata Erebî, Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî, Abdurabbu Mensur Hadî, Enver Muhammed Gargas, Muhammed bîn Zeyîd, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de