17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    YE

    Swîsreyê dev ji Yekîtiya Ewrûpayê berda

    © AFP 2017/ YE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Parlamentoya Swîsreyê pêşnûmaya ku di derbarê paşve kişandina serlêdana endamtiyê ya YEyê de ye, qebûlkir, ku ev serlêdan di sala 1992an de hatibû kirin.

    Li gorî agahiyên çapemeniya Swîsreyê Parlamentoya Federal nirxand ku berdewamkirina serlêdanê ya ku nehatiye aktîfkirin, bêwate ye. Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter jî got ku serlêdana endamtiyê ya YEyê nederbasdar e û dê wê paşve bikişînin.

    Swîsreyê ji bo endamtiyê di 20ê Gulana 1992an de serî li YEyê dabû lê ji %50,3yê beşdarvanên referandûmê ku di heman salê de hat lidarxistin, ji endamtiyê re gotibûn ‘Na'. Ji ber vê yekê hikumeta Swîsreyê her çi qas muzakereyên endamtiya YEyê dabû rawestandin jî serlêdana endamtiyê paşve nekişandibû.

     

    Bi heman mijarî:

    Merkel: "Dive YE ji Rûsyayê hetanî Portekîzê têxe nava hedefa ekonomîk a hevpar"
    YE: Em bi biryar in ku hemû astengiyên li pêş serbestiya vîzeyê rakin
    Rûsya: Bila YE ji bo kurdan fişarê li Tirkiyê bike
    Demirtas: Biryara parlamentoya Almanyayê biryareke derengmayî ye
    Etîketan:
    endamtî, Parlemntoya Swîsreyê, YE, Dîdîer Bûrkhalter, Swîsre, Ewrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de