09:54 24 Îlon 2017
Zindî
    Terefgirên rûsî

    20 terefgirên rûsî ji bo EURO 2016an ji Fransayê tên dersînorkirin

    © NASA. Terefgirên rûsî
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Berpirsên Fransayê ku îsal mahzuvaniya Şampiyonaya Futbola Ewropa ya 2016 (EURO 2016) dikin ragihandin ku 20 terefgirên rûsî ku hatibûn binçavkirin dê werin dersînorkirin.

    Marsîlya - Berpirsên Fransayê ku îsal mahzuvaniya Şampiyonaya Futbola Ewropa ya 2016 (EURO 2016) dikin ragihandin ku 20 terefgirên rûsî ku hatibûn binçavkirin dê werin dersînorkirin. Di nava kesên ku werin dersînorkirin de Serokê Yekîtiya Terefgirên Rûsyayê (VOB) Aleksandr Şprigîn jî cih digire.

    Terefgirên sporê
    © REUTERS/ Kai Pfaffenbach Livepic
    Li gorî daxuyaniya malpera înternetê ya VOBê, 40 terefgirên rûsî ku berpirsên marsîlyayî li bajarê Lilleyê binçavkiribûn, biryar dan ku 20 ji wan terefgiran dersînor bikin û yên mayîn jî serbest berdin.

    Ji aliyê din ve Aleksandr Şprigîn jî ji medyaya Rûsyayê re axivî û got: "Belgeya dersînorkirina min ji Walîtiya Marsîlyayê hat. Li gorî belgeye sedema dersînorkirinê dibe endamên VOBê pirsgirêkên ewlehî ji bo fransiyan çêbikin heye, lê em ê vê biryarê bibin Dadgeha Bilind.

    Çi qewimî bû?

    Polêsê Fransayê beriya lîstika Rûsya û Slovakyayê di 14ê Hezîranê de otobusa terefgirên rûsî ku diçû bajarê Lilleyê li derdora Cannesê hatibû sekinandin û hemû terefgirên rûsî yên di otobusê de hatibûn binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Fransa qedexeyê datîne ser grev û meşan
    Fransa li Kobaniyê baregeheke leşkerî ava dike
    “ Fransa welatê dêran e, divê penaber rêzê ji vê rastiyê re bigirin”
    Heta niha 63 kes li EURO 2016an hatine binçavkirin
    Reqîbê pêşî yê Rûsyayê, di EURO 2016an de Brîtanya ye
    Etîketan:
    Dersînorkirina terefgirên rûsî, Serokê Yekîtiya Terefgirên Rûsyayê (VOB), Şampiyoneya Futbola Ewropa ya 2016 (EURO 2016), Aleksandr Şprigîn, Marsîlya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de