16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Penaber

    20 jê zarok 34 penaber li çolê ji bêavî mirin

    © AFP 2017/ ISSOUF SANOGO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Hikumeta Nîjeryayê ragihand ku 20 jê zarok 34 penaber li nêzî sînorê Cezayîrê li Çola Sahrayê bi mirî hatin dîtin.

    Navenda Nûçeyan — Hikumeta Nîjeryayê ragihand ku 20 jê zarok 34 penaber li nêzî sînorê Cezayîrê li Çola Sahrayê bi mirî hatin dîtin. Li gorî daxuyaniya hikumetê, penaber li bajarokê çolê yê Assamakkayê hatin dîtin.

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî ku sparte Wezîrê Navxweyî yê Nîjeryayê Bazoum Muhammed û ragihand ku dibe qaçaxçiyan ew terikandibin û paşî ji bêavî ew penaber miribin. Efrîqiya Sehraya Jêre Nîjerya û dewletên Ewropa di nava derbasgehên berbiçav de ne.

    Wezîrê Navxweyî yê Nîjaryayê Bazoum Muhammed di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava penaberên ku hatine dîtin de 9 jê jin, 5 jê mêr û 20 zarok di navbera 6-12ê Hezîranê de ji bêavî jiyana xwe ji dest dan.

    Hat ragihandin ku ji qurbaniyan du jê nîjerî ne, lê netewa yên mayî nehat hînbûn. Li gorî doneyên Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî sala borî 120 hezar penaber ji herêma Kuraz Agadetza Nîjeryayê derbas bûn.

    Di van salên dawî de bi hezaran koçberên qaçax bi ser rêya Malî û Nîjeryayê derbasî Cezayîrê dibin. Piştî ku li Libyayê kaos derket qaçaxçî xwe ji wir dûr digrin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Nîjeryayê: 97 jin û zarok ji Boko Haramê hatin xilaskirin
    Rêxistina Efûyê: Artêşa Nîjeryayê 350 Şîî qetil kirin
    Li Nîjeryayê 6 baregehên Boko Haramê hatin rûxandin
    Li Nîjeryayê du êrişên komkujiyê: Herî kêm 60 kuştî
    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'
    Etîketan:
    Penaberên nîjerî ji bêavî mirin, BBC Tirkî, Wezîrê Navxweyî yê Nîjeryayê, Bazoum Muhammed, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de