23:58 22 Sibat 2018
Zindî
    Protestoyên Fransayê li dijî pêşnûmaya xebatê - xwepêşandana fransayê

    Fransa qedexeyê datîne ser grev û meşan

    © AP Photo/ Claude Paris
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Fransayê Françios Hollande ragihand, destûr dê neyên dayîn bo wan xwepêşandanên li dijî pêşnûmaya xebatê yan jî ew xwepêşandanên zerarê li malê gelemperî dikin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê hikûmetê piştî civîna encûmena wezîran Stephane Le Foll ragihand, serokkomar Hollande diyar kiriye ku ew ê destûrê nedin wan xwepêşandanan ên ku tundûtûjî di wan pêk tên.

    Le Follî ragihand, kuHollande gotiye, "eger di nuqteya parastina mal û milkên kesan û yên dewletê de, misogerî tine be. Êdî xwepêşandan dê destûra wernegirin".

    Herwiha berdevkê hikûmetê got," Hollande bi bîr anî ku Fransa mêvandariya EURO 2016an dike û serokkomarî got, ku divê terorîzma li welatî neyê jibîrkirin".

    Ji aliyekî din ve, di xwepêşandanên li dijî pêşnûmaya xebatê yên ku li Parîsê hatibûn lidarxistin, 27 jê polîs 40 kes birîndar bûbûn.

    Herwiha serokkomarê Fransayê berî niha jî bangî sendîkeyan kiribû û gotibû: "Ez bangî hestên berpirsyariyê yên her kesî dikim. Eger dewlet neçar be peywira xwe bîne cih, ew tedbîrên pêwîst pêk bîne."

    Bi heman mijarî:

    Hollande: ‘Derbarê vîzeyê de nabe ku li hemberî Tirkiyeyê tavîz bê dayîn'
    Hollande: 'Desteka leşkerî ya ji bo kurdan cihê kêfxweşiyê ye'
    Ji Pûtîn û Hollande biryara hevpar
    Kremlîn: 'Hevdîtina Pûtîn û Hollande pêşhefteyê ye'
    Hollande: Divê em li Suriyê jî li DAIŞê bixin
    Hollande: ‘Êdî em di şer de ne'
    Etîketan:
    xwepêşandan, meş, grev, François Hollande, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de