16:58 25 Hezîran 2018
Welatiyê afxan ê dirûvê almanan dide - Gholamreza Macidi

Serpêhatiyên zehmet û kenewer ên afxanê dirûvê almanan dide

© Sputnik / Kasra Rouyee
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Welatiyê afxan ê bi navê Gholamreza Macidi, ku dirûvê ewropiyan dide, got ku gelek serpêhatiyên zehmet û kenewer ji ber vê rewşê tên serê wî.

Navenda Nûçeyan - Macidî bi Sputnîkê re axivî û diyar kir ku bi giştî her kes wiha difikire ku ew alman e, hinek jî dibêjin qey ew rûs e, hinekên din dibêjin ingilîz e.

Herwiha welatiyê afxan diyar kir ku hinek welatiyên afxan bi xwe difikirin ku ew biyanî e û wiha dewam kir: "Carinan kevir avêtine min, carinan dijûne ji min re dane. Herdem ez reviyame. Herwiha qet nabe ez behsa welatîtiya xwe ji holîganan re bikim".

"NEÇAR MAM BERTÎLÊ BIDIM POLÎSÊ AFXAN"

Macidî diyar kir ku careke neçar ma bertîlê bide polîsekî afxan û wiha got: Carekê em diçûn bakurê Kabilê. Polîsî tirimbêl rawestand. Hevalê min jî henek kir û got, ev biyanî ye û kaxezên wî ne pê re ne. Piştî vê polîsan ez girtim û birim navenda asayîşê. Li wir wan 50 dolar bertîl xwest lê me di dawiyê de li ser 20 dolaran li hev kir".

"JI WAN WA YE KU EZ BIYANÎYEKÎ NIMÊJKER IM"

Herwiha Macidî diyar kir ku li mizgeftê jî bûyereke balkêş hat serê wî û got, "hîn min dest bi nimêjê nekiribû, derdorê dest pê kir ku vîdeoya min û wêneyên min bigirin. Dûre ew vîdeo û wêne jî di Facebookê de parve kirin û hat gotin ku ev biyanî ye û bûye misilman û bi me re nimêj dike".

Bi heman mijarî:

Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Li Afganistanê qezaya trafîkê: 73 mirî
Talîban Li Afganistanê êrişî bajêr kir: 9 kuştî
Li Afganistanê di êrîşeke xwekujiyê de 15 kes mirin
Li Afganistanê dildar li dijî DAÎŞ`ê
Etîketan:
ewropayî, Gholamreza Macidi, Rûsya, Almanya, Afxanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de