21:22 18 Sibat 2018
Zindî
    Ala Tirkiye û YEyê

    Ji YEyê bo vîzeyê daxuyanî: "Divê Tirkiye krîterên mayîn bi cih bîne"

    © Foto: Pixabay
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîsyona Parlamentoya Ewropayê ragihand ku hê jî Tirkiyeyê di çarçoveya peymana penabêriyê de ji bo mûafiyeta vîzeyê li hemberî Yekîtiya Ewropayê berpirsyariya xwe bi cih neanî ye.

    Navenda Nûçeyan — Komîsyona Parlamentoya Ewropayê ragihand ku hê jî Tirkiyeyê di çarçoveya peymana penabêriyê de ji bo mûafiyeta vîzeyê li hemberî Yekîtiya Ewropayê berpirsyariya xwe bi cih neanî ye.

    Komîserê berpirsê penaberên Komîsyona Ewropayê Dimitris Avramopulos ragihand ku di mijara serbestiya vîzeyê de krîterên ku li pêşiya Tirkiyeyê maye divê wan bi cih bîne. Piştî wê dibe serbestiya vîzeyê ji bo hemwelatiyên Tirkiyeyê were rakirin. Tirkiye ji 72 krîteran 65ê wê bi cih anî û merhaleyeke mezin derbas kiriye. Ji bo hedefên xwe em bi rayedarên tirk re hevpar dixebitin.

    Li gorî nûçeya ajansa AFPê ku dispêre berpirsekî Tirkyeyê ragihand ku digel pirsgirêkên navbera Enqere û Brûkselê jî em dîsa peymana penaberan disepînin û encamên berbiçav derdikevin holê.

    Di nava 72 krîterên Yekîtiya Ewropayê de ku dixwaze Tirkiye hemûyan bi cih bîne yek je jî guherandina qanûna tekoşîna dijterorê yê û ev daxwaz di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de dibe sedema gengeşiyê.

    Bi heman mijarî:

    Veqetandina Brîtanya ji YEyê dê bandora domînoyê bike
    Wezîrê YEyê Çelik: Ev birêkûpêkkirin nagihêje 1ê Tîrmehê
    YEyê dubare kir: Serbestiya vîzeya Tirkiyeyê dê dereng bimîne
    Tirkiyê û YEyê lûtkeya dijterorê lidar xistin
    Kremlîn:'Îadeya Savçenko dê bandorê li têkiliyên Rûsya û YEyê neke'
    Etîketan:
    Hikumeta Tirkiyeyê, Komîsyona Parlamentoya Ewropayê, Komîserê berpirsê penaberên Komîsyona Ewropayê, Dimitris Avramopulos, Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de