12:50 25 Hezîran 2018
Omer Metin û Nur Sultan

Hevsera êrişkarê Orlandoyê: "Haya min jê hebû û min xwest devjê berde"

© Foto : Facebook/Nur Zahir Selman
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hevsera êrişkarê Orlandoyê ku di êrişeke terorî ya klûba LGBTiyan de 49 kes kuştin û 53 kes jî birîndar kirin Nur Selman eşkere kir ku haya min ji êrişa wî hebû û min kir nekir dev ji ya xwe berneda.

Navenda Nûçeyan — Hevsera êrişkarê Orlandoyê Omer Metin ku di êrişeke terorî ya klûba LGBTiyan de 49 kes kuştin û 53 kes jî birîndar kirin Nur Selman eşkere kir ku min xwest ez wî bidim sekinandin, her çikas ez li ber geriyam jî wekî min nekir.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Nur Sultan di îfadeya xwe ya pêşî de li xwe mikur hatiye ku haya wê ji êrişê hebûye û xwestiye hevserê xwe ji wê rêyê vegerîne, lê biser neketiye.

Lê li gorî pisporan dibe Selman jî tevlî sûcdariya dosyeyê bibe. Selman wê 49 caran bi kuştinê û 53 caran jî bi teşebûsa kuştinê û her wiha ji bo derheqê bûyerê de berpirs agahdar nekirine dê were sûcdarkirin.

Her wiha li gorî nûçeya televîzyona Foxê ku dispêre çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku îhtîmal heye Omer Metin di dema êrişê de li hevsera xwe Nur Sultan geriyabe.

Ji aliyê din ve li gorî îdiayên medyaya Amerîkayê, Selman beriya êrişê bi hevserê xwe Metin re çûye kefşa Klûba Pulsê û bi hev re fişekê çekan kerîne. Wekî din li gorî şahidên bûyerê ragihandin ku wan Metin berê çend caran li Klûba Pulsê dîtiye.

Bi heman mijarî:

Herêma Kurdistanê êrişa Orlandoyê şermezar kir
Rûsya: "Di êrişa Orlandoyê de xeletiya îstîxbarata Amerîkayê heye"
Êrîşkarê Orlandoyê, berê serdana Erebistana Siûdî kiribû
Hevserokên HDPê ji bo êrîşa Orlandoyê peyama sersaxiyê şandin
Radyoyê DAIŞê: ‘Êrişkarê Orlandoyê leşkerê xîlafetê yê li Amerîkayê bû'
Etîketan:
Li hemberî klûba homoseksuelan êrişa çekdarî, Nur Sultan, Omer Metin, Florîda, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de