06:43 18 Hezîran 2018
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls

Serokwezîrê Fransayê Valls: Wê gelek mirovên bêguneh bimrin

© AP Photo /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls, ragihand ku bo êrişên DAIŞê asteng bikin çi ji destên wan tên dikin lê wê êrişên terorî dîsa jî berdewam bikin.

Navenda nûçeyan  — Rojên borî 2 polêsên fransî hatin kuştin û hate gotin ku kujerên wan endamên DAIŞê ne. Piştî bûyerê Serokwezîr Vall daxuyanî da û got mixabin wê êrişên terorî berdewam bikin û gelek mirovên bêguneh bêne kuştin.
Valls da zanîn ku endamên ewlehî û îstixbaratê ji sala 2013an heta niha 15 êrişên terorî pûç kirine û takîba xwe yên li ser terorîstan bênavber didomînin. Valls di axaftina xwe radyo Interê de got: ‘Divê destê ewlehî û îstixbaratê bên xurtkirin û çi divê bi lez bê kirin. Lê xuyaye ku wê êrişên terorî berdewam bikin.'
Valls eşkere kir ku wê gelek mirovên bêguneh ji ber êrişên terorî jiyana xwe ji dest bidin.

Bi heman mijarî:

Fransa li Kobaniyê baregeheke leşkerî ava dike
“ Fransa welatê dêran e, divê penaber rêzê ji vê rastiyê re bigirin”
Fransa derbarê Qetarê de lêpirsîn dide destpêkirin
Fransa leşkerên xwe yên Afrîka Navîn vedikişîne
Fransa dixwaze hevdîtinên Cenevreyê dewam bikin
Etîketan:
teror, êriş, daiş, Manuel Valls, fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de