13:52 24 Hezîran 2018
Dozgerê Marsîlyayê, nêzîkî 50 alîgirên rûs girtine

Dozgerê Marsîlyayê nêzîkî 50 alîgirên rûsî girtin

© REUTERS / Eric Gaillard
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Dozgerê Marsîlyayê, biryar da ku tevahiya alîgirên rûsî tev li ajokarî, heta 24 saetan girtî bihêle.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku îro otobûseke alîgirên tîma rûsî di rêya çûna bajarê Lilleyê yê Fransayê de, li Cannesê ji aliyê polîsên frensî ve hatibû rawestandin.
Serokê Yekîtiya Alîgirên Rûsî Aleksender Şpriginî, ji hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku sedema biryara dozgerî, rewşa giran ya alîgirekî ingilîzî e ku hîn jî rewşa wî giran e.

​Herwiha Şpriginî diyar kir ku polîsan ew ji bo lêpirsînê birine Marsîlyayê û girtina ji kêlîka rawestandina otobûsê de dest pê kiriye.

Herwiha berî nîvrojê, Şprigin bi Sputnîkê re axivî û got, "Biryar di destê wan de heye ku 20 kesî dersînor bikin. Me gişan di otobûsan de digirin û avê nadin me. Rewşa yekî xerab bû û ambulans ji bo wî hat anîn. Nahêlin em biçin avdestxaneyê, em neçar in di otobûsê de bimînin".

 

Bi heman mijarî:

UEFA doza lêpirsînê li Tirkiye vekir!
Rûsya: ‘Îhtîmale ku UEFA ceza bide me'
UEFA hişyariya dîskalîfiye yê da Rûsya û Brîtanya yê
Li UEFA 2016ê pakêta bi guman hate dîtin
Pentagon: Sûriye û Rûysa ber bi Reqqayê ve diçin
Etîketan:
pêgog, alîgir, Yekîtiya Alîgirên Rûsî, Aleksender Şpriginî, brîtanî, Lille, Marsîliya, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de