22:31 27 Gulan 2018
Destdirêjiya zarokan

Zarokên penaber fêrî fuhûşê dikin

© Foto : Twitter
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Fona Piştgiriya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand, her ji deh zarokên ku ji Efrîqiya Bakur gihîştîn Îtalya û dewletên Ewropayê 9 jê bêkes bûn.

Navenda Nûçeyan — Li gorî raporta UNICEFê hejmara zarokên ku ji Efrîqiya Bakur bi ser rêya Îtalyayê ve hejmara penaberên ku bêkes in gihîştin dewletê Ewropayê di 5 mehên pêşî yên 2016an de li gorî sala borî du qat zêde bû. Piraniya van zarokan ji dewletên Efrîqiya Sehraya Jêr û ji Misrê çûn.

Zarokên ku dixwazin birevin têne kuştin

Her wiha li gorî raportê zarokên bêkes ku tevlî penaberan dibin divê baweriyê bi qaçaxçiyan bînin û ji bo deynê xwe yê ku wî derbasî Ewropa kiriye bide divê bixebite, zarokan rastî şideta qaçaxçiyan tên û yên ku dixwazin birevin têne kuştin.

Keçikên biçûk bi ducanî digihîjin Îtalyayê

Koçber
© AFP 2018 / Aris Messinis
Di dirêjiya raportê de tê ragihandin ku hinek zarok rastî destdirêjiyê tên û hinek ji wan ferî fuhûşê têne kirin. Keçikên biçûk ku di rê da rastî destdirêjiyê tên bi ducanî digihîjin Îtalyayê. Ev zarokên ku di mehên çile de dikevin rêyan û dixwazin derbasî Ewropayê bibin hetanî mehên havînê ev hejmar her biçe wê zêdetir bibe.

Li gorî doneyên Rêxistina Koçberî ya Navnetweyî di navbera 1ê Rebendan û 5ê Hezîranê de 2 hezar û 809 penaber di Deryaya Spî de xeniqîn.

Bi heman mijarî:

“ Fransa welatê dêran e, divê penaber rêzê ji vê rastiyê re bigirin”
Di peravên Yûnanîstanê de keştî nokav bû:4 penaber xeniqîn
Bobelat 25 penaber xeniqîn
710 penaber dîsa çûn Efrînê
NY:'Li Deryaya Spî di hefteyekê de 700 penaber mirin'
Etîketan:
Destdirêjiya zarokên biçûk, Hejmara zarokên ku rastî destdirêjiyê tên, raporta UNICEFê, Yekîtiya Ewropayê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de