18:04 24 Hezîran 2018
Kampa penaberan

Keça 5 salî li kampa penaberan ya li Almanyayê bi guleyê birîndar bû

© REUTERS/ Kai Pfaffenbach
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Keçek 5 salî ya makedonî ku li kampa penaberan ya dikeve rojavayê Almanyayê dima, bi guleya ku ji malek nêzî kampeye hate avêtin, birîndar bû.

Navenda Nûçeyan — Du penaber ku li kampa lê diman bi guleyên tivîngê ku ji malêk nêzî kampe hatin avêtin birîndar bûn. Hate ragihandin ku ciwanek 21 salî ji avahiya ku 40 metro dûrî kampêye gule reşandiye û di encamê de keçek 5 salî û kesek din birîndar kiriye.

‘ÊRIŞKAR JI BER KÊMASIYA DELÎLAN NEHAT GIRTIN'

Polêsan di mala kesê gumanbar de lêkolîn kirin û dest danîtin ser tivîng û guleyan. Berdevkê polêsên Alman diyar kir ku ji ber kêmasiyên delîlan gumanbar hatiye berdan. Ji aliyê din ve polêsên almanî destnîşan kirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dikin û êriş bi hincetên siyasî ye an ne lêkolîn dikin.

Herwiha dayîka keça ku di bûyerê de birîndar bû wiha got: ‘Min ewil ferz kir ku kesek kevir avêt keça min lê piştre min dît ku kesekê jî lîngê xwe birîndar bû min fêm kir ku keça min jî birîndar bûye.'

Bi heman mijarî:

“ Fransa welatê dêran e, divê penaber rêzê ji vê rastiyê re bigirin”
Di peravên Yûnanîstanê de keştî nokav bû:4 penaber xeniqîn
NY:'Li Deryaya Spî di hefteyekê de 700 penaber mirin'
Qaçaxçiyan ji milyonek penaber 6 milyar dolar qezenç kirine
Di navbera penaber û qaçaxçiyan de şer derket: 20 kesan jiyana xwe ji dest dan
Etîketan:
delîl, dûr, keç, kamp, avahî, gumanbar, penaber, gule, birîndar, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de