14:00 18 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Almanya tirkên navxwe hişyar kirin: "Bi gotinên Erdogan neyên xapandin"

    © Photo: REUTERS/Stringer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê tirkên navxwe hişyar kirin û ragihand yên ku tevlî protestoyên parlamenterên nîjad tirk bibin bila destûra wan a rûniştinê neyê dirêjkirin.

    Navenda Nûçeyan - Şêwirmendê Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê tirkên navxwe hişyar kirin û ragihand yên ku tevlî protestoyên parlamenterên nîjad tirk bibin bila destûra wan a rûniştinê neyê dirêjkirin.

    Ligorî nûçeya Deutsche Welleya Tirkî, misteşarê Wezareta Navxweyî yê Almanyayê ku ji Partiya Yekîtiya Demokratên Xrîstiyan e Gunter Krings bangî tirkên ku li Almanyayê dimînin kir û ragihand ku bi gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan neyên xapandin.

    Gunter Krings di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Rheinische Postê de got: "Lesên ku wiha diaxivin û wiha difikirin dide xuyakirin ku entegreyî hiqûqa Almanyayê nebûne. Helbet di vê rewşê de divê li mijara destûra rûniştinê jî were muqayetkirin."

    Piştî ku parlamentoya Almanyayê pêşnûmaya ku bûyerên 1915an wekî komkujiya ermeniyan bi nav kir de 11 parlamenterên nîjad tirk bibûn hedefa rexneyan. Çend roj berê jî Wezîrê Derve yê Almanyayê di daxuyaniya xwe de ji parlamenterê nijad tirk re gotibû ji bo ku em nikarin ewlehiya we bigirin serdana Tirkiyeyê nekin. Li gorî îdiayan her 11 parlamenter jî bi parastvanên nêzîk ve digerin

    Bi heman mijarî:

    Almanya di mijara rakirana vîzeyê de bifikarin
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê: ‘Emê bi Almanya re têkiliyên xwe xurttir bikin'
    Almanya û Îngîltereyê careke din welatiyên xwe ji bo Tirkiyê hişyar kirin
    ‘’Almanya dixwaze xwe efû kirin bide..’’
    Li Almanya derheqê 180 kesan de lêpirsîna DAIŞê hate destpêkirin
    Etîketan:
    Serokomariya Tirkiyeyê, Deutsche Welleya Tirkî, Şêwirmendê Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê, Recep Tayyip Erdogan, Gunter Krings, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de