06:46 19 Sibat 2018
Zindî
    Polêsên Fransayê

    Di krîza rehine ya Parîsê de hûrgiliya ecêb

    © AFP 2018/ Matthieu Alexandre
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Êrişkarê ku li banliyoya Magnanvilleya bakur rojavayê Parîsa Fransayê du polês kuştin, bûyera kuştinê di hisabê xwe yê facebookê de zindî weşandiye.

    Parîs — Êrişkarê ku li banliyoya Magnanvilleya bakur rojavayê Parîsa Fransayê du polês kuştin, bûyera kuştinê di hisabê xwe yê facebookê de zindî weşandiye.

    Li gorî nûçeya Paul Cruickshankê nûçegihanê CNNê ku dispêre çavkaniyekî ewlehiyê ragihand, êrişkarê ku cîranê xwe polês Jean Baptiste Salvaingêyê 42 salî li banliyoya Magnanvilleyê bi kêran kuşt, paşî hevsera wî û kurê wî 3 salî rehin girt, ev bûyer li ser hisabê xwe yê facebookê bi awayekî zindî weşand.

    Her wiha çavkaniyekî din jî ragihand ku êrişkar ji bo qedera zarokê rêhîne ku di destê wî de gelekî serî êşand.
    Di vê navberê ev êrişa ku du polêsên hedef hatin girtin de, li Fransayê rê li ber polêsan vebû ku piştî mesaiye bikaribin çekên xwe bi xwe re bibin malê. Daxuyanî, Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Bernard Cazeneuve kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Fransa derbarê Qetarê de lêpirsîn dide destpêkirin
    Fransa leşkerên xwe yên Afrîka Navîn vedikişîne
    Fransa dixwaze hevdîtinên Cenevreyê dewam bikin
    Fransa dîwarê li hember penaberan lêkiribû dirêjtir dike
    Fransa, hejmara leşkerên xwe yên Perava Fildişiyê zêde dike
    Etîketan:
    Krîza rehîne ya Parîsê, Êrişa kuştinî ya Fransayê, Wezîrê Navxweyî yê Fransayê, Paul Cruickshank, Bernard Cazeneuve, Parîs, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de