22:54 25 Hezîran 2018
Hansjorg Haber

Balyozê YE yê li Tirkiyeyê îstîfa kir

© Foto : AA/ Murat Kula
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê yê li Tirkiyeyê Hansjorg Haber ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Navenda Nûçeyan — Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê yê li Tirkiyeyê Hansjorg Haber ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Hansjorg Haber berê Balyozê Almanya yê li Tirkiyeyê bû û di Tebaxa 2015an de bibû Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê yê li Tirkiyeyê. Haber herî dawî di meha gulanê de, di rawestandina mûzakereyên serbestiya vîzeyan a ji bo hemwelatiyên Tirkiyeyê de gotibû ‘wekî alman dest pê kir û wekî tirkan jî qedandin. Hansjorg ji bo van peyvên xwe çûbû Wezareta Derve ya Tirkiyeyê û li wir hatibû şermezarkirin.

Berpirsekî ji delegasyonê îstîfaya Haber serast kir û li hemberî sedema îstîfayê tu şîrove nekir û ragihand ku niha tiştekî diyar tuneye û ne kifşe ku Haber wê kengî ji Enqereyê veqete.

 Mogherini, îstîfaya Haber xwest

Li gorî nûçeya Guven Ozalpê Hurriyetê, çavkaniyen Yekîtiya Ewropayê yên li Brûkselê di pêvajoya îstîfayê de pirsgirêka pêwendiyê roleke girîng dilîze. Daxuyaniyên Haber, hê di asta pêşî de Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini rehetsiz kiribû û piştî gav avêtinê ku ji Haber hatibûn xwestin ne avêtin ev acizî her çû zêdetir bû.

 

Bi heman mijarî:

Tirkiye bi şerê navxweyî re rû bi rû ye
Davutoglu: 'Krîza Sûriyeyê, ne krîza Tirkiye û Rûsyayê ye'
Çavê welatên li ser rêgeha Balkanê li Tirkiye û Almanyayê ye
Peymana Tirkiye û YEyê wê 20ê Adarê têkeve meriyetê
Zîrweya YEyê û Tirkiyeyê dirêj bû, Mogherini Tirkiye rexne kir
Etîketan:
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê, Balyozê Almanya yê li Tirkiyeyê, Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê yê li Tirkiyeyê, Federica Mogherini, Hansjorg Haber, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de