16:38 20 Sibat 2018
Zindî
    Polêsên Fransayê

    Li Parîsê di krîza rehîneyan de xwîn rijiya: 3 kuştî

    © REUTERS/ Christian Hartmann
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şevê din li banliyoya Magnanvilleya bakur rojavayê Parîsa Fransayê di krîza rehîneyan de êrişkar jî di nav 3 kes hatin kuştin.

    Parîs — Şevê din li banliyoya Magnanvilleya bakur rojavayê Parîsa Fransayê di krîza rehîneyan de êrişkar jî di nav 3 kes hatin kuştin.

    Êrişkarê ku nasnameya wî hê jî nediyare, cîranê xwe polês Jean Baptiste Salvaingê 42 salî li banliyoya Magnanvilleyê bi kêran kuşt, paşî hevsera wî û kurê wî 3 salî rehin girt.

    Hat ragihandin ku êrişkar bi operasyoneke taybet a polêsan hat kuştin, her wiha hevsera polêsê 42 salî Jean Baptiste Salvaingê jî mirî hat dîtin, zarokê 3 salî ji êrişê bêyî zirarekê filitî.

    Xebatkarê televîzyona BFMyê Dominique Rizet ragihand ku êrişkar beriya operasyona polêsan ‘Allah û Ekber' tekbîr avêtine.

    Ji aliyê din ve Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Bernard Cazeneuve piştî êrişê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bûyer şermezar kir û ragihand ku hevsera polêsê kuştî ku ew jî mirî hatiye dîtin karmendê Wezareta Navxweyî bû.

    Bi heman mijarî:

    Fransa li Kobaniyê baregeheke leşkerî ava dike
    “ Fransa welatê dêran e, divê penaber rêzê ji vê rastiyê re bigirin”
    Fransa derbarê Qetarê de lêpirsîn dide destpêkirin
    Fransa leşkerên xwe yên Afrîka Navîn vedikişîne
    Fransa dixwaze hevdîtinên Cenevreyê dewam bikin
    Etîketan:
    Êrişa çekdarî ya Fransayê, Wezîrê Navxweyî yê Fransayê, Bernard Cazeneuve, Jean Baptiste Salvaing, Parîs, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de