16:38 18 Hezîran 2018
Terefgirên rûsî

Rûsya: ‘Îhtîmale ku UEFA ceza bide me'

© Sputnik / Виталий Белоусов
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko ragihand ku ji ber helwesta terefgirên Rûsyayê yên Marsîlyayê di Şampiyoneya EURO 2016an, dibe UEFA ceza ji Yekîtiya Futbolê ya Rûsyayê re bibire.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko ragihand ku ji ber helwesta terefgirên Rûsyayê yên Marsîlyayê di Şampiyoneya EURO 2016an, dibe UEFA ceza ji Yekîtiya Futbol a Rûsyayê re bibire.

Li gorî nûçeya ajansa R-Sportê Vîtalit Mutko ragihand li gorî tiştê ku ez fêhm dikim em ê ceza bixwun. Helwesta terefgiran gelekî şaş bû.

Mutko di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Em ê wan terefgirên Rûsyayê ku bi holîganên ingilîz re şer kirin bibinin û wan ceza bikin.'

Daxuyaniya Mutko, piştî pêşbirka stadyuma Velodromê ya navbera Rûsya û Îngîltereyê ku di gruba Byê de wekî hev man hat dayîn. Piştî ku pêşbirk qediya nêzî 30 terefgirên rûsî benda ewlehiyê derbas kiribûn û çibûn qada terefgirên ingilîz. Di navbera terefgiran de şer derketibû û hêzên ewlehî jî mudaxele kiribû.

Bi heman mijarî:

Fransa û Belçîka hesabên nûnerên Ajansa `Rûsya îroyî` girtin
Fransa: Divê êdî têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê asayî bibe
Fransa: ‘Dibe di navbera Tirkiye û Rûsyayê de şer derkeve'
Fransa: ‘Ji bo ku mueyîdeyên ser Rûsyayê rabin em ê bibin alîkar'
Dibe ku Fransa keştiyên Mistralê bifiroşe Rûsyayê
Etîketan:
Yekîtiya Futbol a Rûsyayê, UEFA, Şampiyoneya EURO 2016an, Wezîrê Sporê yê Rûsyayê, Vîtaliy Mutko, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de