06:06 22 Sibat 2018
Zindî
    Senatoya Frensî

    Fransayê mueyideyên xwe li ser Rûsyayê sivik kirin

    © AFP 2018/ MARTIN BUREAU
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Setanoya Fransî bi awayekî giştî li hev kir ku mueyideyên xwe yên li ser Rûsyayê sivik bikin.

    Parîs -Di dengdana ku îro li sernatoya Fransayê pêk hat, 302 senatorên frensî ji bo rakirinê deng da û tenê 16 kesan li dijî rakirina mueyideyan deng da.

    Biryara ku ji aliYê dijberiyê ve hatiye pêşniyarkirin, bangî hikûmeta Frensî dike ku li dijî dirêjkirina sizayên li ser Moskovayê derkeve.

    Herwiha berî niha, Encûmena Neteweyî ya Fransî ji bo rakirina mueydeyên li ser Rûsyayê deng dabû.

    Ji aliyekî din ve, têkiliyên di navbera Rûsya û dewletên Rojavayê de, piştî qeyrana Ûkraynayê ya sala 2014an xerab bûn. Piştî ku Kirim tev li Rûsyayê bû, Amerîka û hevalbendên wê gelek muyide li ser Rûsyayê sepandin bi behaneya ku Rûsya xwe tev li karên navxweyî yên Ûkraynayê dike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Terorîstên El-Nusrayê ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn.
    Rûsya: ‘Ji bo Îsraîl û Filistîn rûnên masê em dixebitin'
    Amerîka û Rûsya nêzîkî hev dibin; pêwendiya hevpar jî kurd in
    Rûsya: ‘Konvoya ku ji Tirkiyeyê çek ji DAIŞê re dibirin hat tespîtkirin'
    Rûsya û Îsraîl dê taqasa tankan bikin
    Rûsya: ‘Ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê em ê bixebitin'
    Etîketan:
    Mueyideyên li ser Rûsyayê, Kirim, Ûkrayna, Amerîka, Ewropa, Rûsya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de