02:27 18 Sibat 2018
Zindî
    Michael Gove

    Wezîrê birîtanî: Serbestiya vîzeyê ji bo tirkan xetereke mezin e

    © AP Photo/ Kirsty Wigglesworth
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Dadweriyê yê Brîtanyayê yê ku propagandaya derketina Brîtanyayê ji YEyê dike, Michael Goveî got, serbestiya vîzeyê ji bo tirkan li herêma Schengenê xetereke mezin e.

    Navenda Nûçeyan — Goveî rexne li peymana penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de girt û got, "di vê dema ku demokrasî li Tirkiyeyê ber bi tinebûnê ve diçe, di şûna Ewropa li dijî vê rewşê derkeve, diçe tawîzan dide Tirkiyeyê".

    Li gorî nûçeya beşê tirkî ya BBCê, Michael Goveî gotiye, "di vê dema ku evqasî tehdîd li ser welatên me hene, nifûsa Tirkiyeyê 77 milyonê. Gelo ew ê ewlehiya me çawa bibe ku em vîzeyê ji Tirkiyeyê re rakin?".

    Herwiha wezîrê brîtanî teqez kir ku rakirina vîzeyê ji bo Tirkiyeyê dê peyameke şaş bide rêxistinê tundrew û wiha got, "ew ê bifikirin ku Ewropa ji bo dilê hikûmeteke îslamîst xweş bike, sînorên xwe vekirine."

    "DERMOKRASIYA TIRKIYEYA ERDOGANÎ BI PAŞ VE DIÇE"

    Goveî diyar kir ku demokrasî di bin rêveberiya Erdoganî de gelekî kêm dibe û paş ve diçe û rexne li serokwezîrê Brîtanyayê David Cameronî girtin ku ew agahiyên şaş derbarê endambûna Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewropayê de dide.

    Cameronî gotibû ku li eger gotûbêjên endambûna Tirkiyeyê wiha dewam bikin, encex Tirkiye di sala 3000ê de bibe endama YEyê.

    Goveî derbarê vê daxuyaniyê Cameronî de wih axivî: "polîtîkaya fermî ya Brîtanyayê piştgiriya endambûna Tirkiyeyê li Yekîtiya Ewropayê dike".

    Bi heman mijarî:

    David Cameron: ‘Ya Îngîltereya biçûk an jî Brîtanya mezin'
    Ji Cameron û Xan peyama Muhammed Alî
    Cameron: 'Bêyî hevkariya Rûsyayê pêşketin çênabe'
    Pûtîn û Cameron li Tirkiyayê civînekê li dar dixin
    Esad:' Tirkiye, Siûdî, Fransa û Brîtanya rasterast piştgiriya terorîzmê dikin'
    Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
    Etîketan:
    penaberan, YE, BBC tirkî, BBC, Recep Tayyip Erdogan, Michael Gove, Brîtanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de