06:42 18 Hezîran 2018
Koregorafê Hollandî Hans van Manen

Hunermendê navdar xelata Tirkiyê qebûl nekir

© Foto : hansvanmanen.com
Cîhan
Lînkê kurt
0 31

Koregorafê Hollandî Hans van Manen, bi sedema ku li Tirkiyê rojname tên bêdengkirin û rojnameger dikevin girtîgehê, xelata bi navê ‘Koreografê Sedsalê' ya ku wê Tirkiyê bidayê qebûl nekir.

Navenda Nûçeyan — Koreografê şef ê Hollandî yê navdar Hans van Manen wê ji hêla Midûriyeta Bale û Operaya Dewletê ya Tirkiyê ve bi xelata ‘Koreografê Sedsalê' ve bihata xelatkirin. Li gor nûçeya di beşe tirkî yê BBCyê de cî digire, Manen bi sedema ku li Tirkiyê rojname tên bêdengkirin û rojnameger dikevin girtîgehê xelat qebûl nekir.

Performansa bale ya Manen a bi navê ‘5 Tango's'ê, wê di çarçoveya 7emîn Festîvala Bale û Operaya Navdewletî de li Stenbolê bê peşkeşkirin.

Şêwirmendê hunerê yê Midurê Bale û Operaya Dewletê Mehmet Balkan ji rojnameya NRC a Hollandî re axivî û got ku ew ji ber vê biryarê gelekî xemgîn e.

BERÊ JÎ GELEK XELAT QEBÛL NEKIRIYE

Hans van Manen beriya niha jî gelek xelat ji ber gelek sedeman qebûl nekiriye. Yek ji wan xelata ji hêla Avustûryayê hate dayin e. Manen ji bo ku serokê rastgir yê Avusturyayî Jorge Haider protesto bike ev xelat bi nestandiye.

Di sala 1968an de ji bo bertekê li hember cuntayê nişan bide xelata Yewnanîstanê û bi sedema protestokirina diktatör Oliveira Salazar jî xelata Portekîzê qebûl nekiribû.

Manen polîtîkayê û hunerê ji hev cuda nanirxîne. Hunermend salên dirêjin li Hollandayê di Şanoya Dans û Baleya Netewî de weke koreograf kar dike û xwediyê gelek xelatên navdewletî ye.

Meha derbasbûyî dîroknasê Hollandî Eric-Jan Zurcher xelata ku di sala 2005ê de ji hêla Tirkiyê hatibû dayin bi şûn ve şandibû.

Bi heman mijarî:

Di meha Gulanê de 18 rojnameger hatin desteserkirin
Sendîkaya Rojnamegeran: 36 rojnameger di girtîgehê de ne
Di 12 rojan de 6 rojnameger hatin desteserkirin
Rojnameger Hamza Aktan serbest hate berdan
Rojnameger li bajarên sersînor bêyî destûra walîtiyê nikarin kar bikin
Li Nisêbînê 2 rojnameger hatin binçavkirin
Etîketan:
azadiya çapemeniyê, xelat, koreograf, Hans van Manen, Tirkiyê, Hollanda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de