18:08 24 Hezîran 2018
Polîsê Erebstana Siûdî

Polîsên siûdî teknîkên êşkenceyê ji Brîtanyayê hîn dibin

© REUTERS / Khaled Abdullah
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku polîsên brîtanî, perwerdehiya teknînên serdestkirinên yên pêşkevtî dide rayedarên siûdî ku ew jî tê wê wateyê ku wan hînî êşkenceyên dikin ku li Erebistana Siûdî berbelav e.

Navenda Nûçeyan — Rojnameya Independentê nûçeyeke ku vedigerîne ser rêxistina mafên mirovan a bi navê Reprieveê weşand û tê de diyar kir, ku polîsê siûdî yên bi tundûtûjiya xwe navdar e, li dibistanên Gallerê yên Brîtanyayê perwerdehiyê werdigirin.

Darvekirin - Îdam
© Flickr / Jaime Pérez
Repreiveê diyar kir, ku ev belge piştî Qanûna Azadiya Enformasyonê derketin holê. Rêxistinê ev perwerde wek "hetîketî" bi nav kir. Herwiha nûçeyê bal kişand ser wê yekê ku ihtimal heye, hişmendiyeke wiha li nik rayedarên ingilîz jî hene ku ew bi xwe jî van teknîkên êşkenceyê bi kar bînin.

Berpirsa Repreiveê Maya Faoyê diyar kir ku ev bername ji sala 2009an de berdewam dike û hatiye berfirehkirin û wiha dewam kir: "Bertkenên li dijî sizayên êşkence û îdamê li Erebistana Siûdî diyar in, lewra em dixwazin hikûmeta Brîtanyayê vê meseleyê zelal bike."

Ji aliyekî din ve, Wezareta Dadweriyê ya Brîtanyayê ragihand, ew vê perwerdehiyê didin siûdiya ta ku alîkariya wan di sepandina pergala dadweriyê de bikin.

Bi heman mijarî:

Rûsya di hilberîna neftê de Erebistana Siûdî derbas kir
TEV-DEMê bi kurdên Erebistana Siûdiyê re civîn li dar xist
Erebistana Siûdî li dijî terorîzmê pêşbirka karîkatoran li dar dixe
Hemleya Senetoya Amerîkayê Erebistana Siûdî gelek hêrs kir
Moşekek ji Yemenê avêtin Erebistana Siûdî
Erebistana Siûdî jî li Sûriyeyê dest bi operasyonên hewayî kir
Etîketan:
îdam, bidarvekirin, êşkence, Wezareta Dadweriyê ya Brîtanyayê, Reprieve, Maya Fao, Erebistana Siûdî, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de