13:55 18 Sibat 2018
Zindî
    Yekîtiya Ewropayê (YE) - Tirkiye

    Tirkiyê û YEyê lûtkeya dijterorê lidar xistin

    © Foto: Pixabay
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di navbera Tirkiyê û YEyê de derbarê têkoşîna dijterorê de li Brukselê lutkeyek hate lidarxistin. YEyê ji Tirkiyê daxwaz kir ku li hember derbasbûna leşkerên biyanî tedbîran bistîne.

    Navenda Nûçeyan — Heyeta Tirkiyê di bin serokatiya Balyoz û Midûrê Giştî yê Ewlekarî û Lêkolîn yê Wezareta Tirkiyê de ji Balyoz û Alîkarê Şêwirmendê MITê İsmail Hakkı Musa û rayedarên Beşa Îstîxbaratê ya Miduriyeta Giştî ya Asayişê pêk dihat. Ji Yekîtiya Ewropayê jî heyetek di bin serokatiya Koordînatorê Dijterorê yê Desteya YEyê Gilles de Kerchove beşdarî lûtkeyê bûn.

    Aliyên civînê li ser mijara şervanên biyanî û ya endamên PKKê hatin nîqaşkirin. Di cvînê de bendewariyên welatên endamên YEyê Almanya, Swêd, Danîmarka, Hollanda, Belçîka, Îtalya, Fransa, Îngîltere, Îrlanda, ji Enqereyê hatin nirxandin ku herî zêde welatên navê wan derbas dibin şervanên biyanî di ser Tirkiyê re dişinin Sûriyê û Iraqê.

    ENQEREYÊ JI EWROPAYÊ DAXWAZA TÊKOŞÎNA LI HEMBER PKKÊ KIR

    Hate ragihandin ku Enqereyê jî ji YEyê daxwaz kiriye ku di serî de PKK li hember PYD, YPG, DHKP-C û PDY-FETOyê bêhtir hevkariyê bike û têkoşîna çalak pêk bîne.

    Tirkiye ji endamên YEyê dixwaze ku li hember çavkaniyên malî yên van rêxistinan têkoşîneke çalaktir bikin, kesên bi bultena sor li wan tê gerîn îadeyî tirkiyê bikin û xebatên wan yên li Ewropayê bidin sekinandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: 'Em PKKê wek 'rêxistina teror' nabînin'
    Lavrov û Kerry derbarê hevkariya dijî terorê li Sûriyeyê axivîn
    Partiya Çepgir: Bila PKKê ji lîsteya terorê bê derxistin
    Antonov: Em ê li Sûriyê li hember terorê têkoşîna xwe berdewam bikin
    Berdevkê Serokomarê Tirkiyê BBC bi "propagandeya terorê" tohmet kir
    Etîketan:
    teror, YE, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de