15:37 22 Sibat 2018
Zindî
    Mariya Şarapova

    Şarapova heta du salan nikare bilîze

    © Sputnik/ Anton Denisov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku piştî tenisvana cîhanî ya nadar Mariya Şarapovayê qebûl kir ku testa wê ya dopîngê positîv derketiye, heta du salan nikaribe bilîze.

    Navenda Nûçeyan - Federasyona Navdewletî ya Tenisê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand, Mariya Şaraparova dê nikaribe beşdarî lîstikên olimpîk ên 2016an ên Rioyê. Sedema vê qedexeyê jî ew e ku di xwîna Şaparovayê de, dopîng positîv derketiye û ev qedexe dê ji 26ê Rêbendanê de dest pê bike û du salan dewam bike.

    ​Şarapovayê ragihandibû ku ev deh sal in, ew ji ber sedemên tenduristiyê, dermanê "meldonyum"ê bi kar tîne û ji ber wê testa wê ya dopînga ku ji 1ê rêbendanê de hatiye qedexekirin, posîtîv derketiye.

    Herwiha Şarapovayê diyar kiribû, bê ky hayê wê jê hebe, wê dopîng bi kar aniye û li gorî wê, Federasyona Tenîsê ya Navdewletî, ragihandibû ku ew ê heta bi awayekî demkî nikaribe di pêşbirkan de bilîze û ev qedexe dê heta bidawîbûna lêpirsînê berdewam bike.

    ŞARAPOVA DÊ SERÎ LI CASÊ BIDE

    Piştî vê biryarê, Şarapovayê ji hesabê xwe yê Facebookê de ragihand, ku ITFê gelek pere û dem mezaxtiye ta ku îsbat bike ku wê meldonyum bi kar aniye.

    Herwiha tenisvana rûs diyar kir ku ew ê sizaya dusalan nepejirîne, ji ber ku di dawiya lêkolîn û lêpirsînê de hatiye îsbatkirin ku wê ew derman ji qestî ve bi kar neaniye lewra ji bo temyîzê ew ê serî li CASê bide.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Werzîş xembar e: Muhammed Alî tiştekî nayê jibîrkirin afirand
    Gelo Şarapova wê di Olîmpiyadên Rioyê de cih bigre?
    Dibe Şarapova dawiyê li kariyera xwe bîne
    Jina dîplomasî-Mariya Zaxarova
    Hunermendê rûs: Tirkiye ne dijmina me ye
    Zaxarova:'Gelo Erdogan di axaftina behsa xeletiya kîjan pîlotî dike, tirk an rûs?'
    Etîketan:
    qedexeya lîstinê, qedexe, werziş, Federasyona Navdewletî ya Tenisê, Rio, Şarapova, Mariya Şarapova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de