02:16 22 Sibat 2018
Zindî
    Polîsê frensî

    Fransayê ji tirsa terorê, sepaneke taybet ji bo EURO 2016an çêkir

    © REUTERS/ ROBERT PRATTA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berî destpêkirina EURO 2016an ku wê roja înê dest pê bike, hikûmeta Fransayê ragihand, ku wan sepaneke taybet a telefonan ji bo rewşên awarte yan derasayî çêkiriye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya Wezareta Hundir ya Frasnayê ku berî turnûvayê bi du rojan hat weşandin, ew ê sepaneke bi navê SAIP li telefonan bê barkirin ku bikare di cih de bikarhênerên xwe li, dijî rewşên awarte û nejirêzê hişyar bike.

    Herwiha ew sepan dê duzimanî be, bi ingilîzî û fransî be û dê du vebijarkyên cuda yên wergirtina hişyariyan hebin.

    Li gorî wan vebijarkyan, vebijarkyek bikarhênêr dê diyarkirina cihê xwe yê erdnîgarî ji aliyê telefonê pesend bike û telefon jî dê li gorî wê, cihê nêzîktirîn êrîşên terorê yan rewşên awarte ji bikarhênerî re bişîne. Vebijarka din, dê hemû cihên bûyer lê çêdibin, ji bikahênerî re bişîne.

    "TETBÎQAT LI LYONÊ PÊK HAT"

    Piştî erîşa 13ê mijdarê ya Parîsê ku 130 kesî jiyana xwe ji dest da, tetbîqatek li bajarê Lyonê ji bo êrîşên terorê yên muhtemel pêk hat û bi sedan kes beşdarî wê tetbîqatê bû.
    Duh di sîmulasyoneke, êrîşeke xwekuj û êrîşeke çekdarî pêk hat û bi sedan kes beşdar leşker, polîs û peywirdarên alîkariyê beşdar bûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ciwanên kurd li Parîsê bo ‘Nisêbînê' meşiyan
    Polêsan bi ser ofîsa Google ya Parîsê de girtin!
    PYDê nûnertiya xwe ya li Parîsê bi merasimê vekir
    PYD, di 23ê Gulanê de li Parîsê jî nûneriya xwe vedike
    HDK li Parîsê got: 'Dest wekîlên min nede'
    PYD li Parîsê jî nûnertiyê vedike
    Etîketan:
    TEROR, TETBÎQAT, SAIP, Lyon, Parîs, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de