08:50 24 Sibat 2018
Zindî
    David Cameron

    David Cameron: ‘Ya Îngîltereya biçûk an jî Brîtanya mezin'

    © REUTERS/ Facundo Arrizabalaga
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron û serokê populîst ê rastgiran Nigel Farage beriya hilbijartina Brexitê ya Îngîltereyê ya 23ê Hezîranê li pêşberî kamerayan kozên xwe bi hev par vekirin.

    Londra — Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron û serokê populîst ê rastgiran Nigel Farage beriya hilbijartina Brexitê ya Îngîltereyê ya 23ê Hezîranê li pêşberî kamerayan kozên xwe bi hev par vekirin.

    Referanduma Îngîltereyê ya ku wê biryara di nav de mayîna Yekîtiya Ewropayê bidin du hefte ma û nîqaş her diçin gûrtir dibin. Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron û serokê populîst ê rastgir Nigel Farage duhî şevêdin di televîzyona ITVyê derketin peşberî kamerayan. Li gorî DW Tirkî Cameron parastina mana nava Yekîtiya Ewropayê dike û Farage jî qerta xwe ya nîjadperestiyê bi kar tîne.

    Cameron, ez ji bo Brîtanyaya mezin tekoşînê didim

    Cameron di axaftina xwe ya bernameya televîzyonê de got: ‘Ez di nava Yekîtiya Ewropayê de tekoşîna Brîtanyaya mezin dikim, ne ji bo nûneriya Nigel Farage ku Îngîltereya biçûk dike. Heke em di nava Yekîtîya Ewropayê de bimîm ev ji bo berjewendiya Brîtanyaya mezin e û heke em derkevin dê bandoreke mezin li ekonomiya Îngîltereyê bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya keştiyek şer dişîne peravê Lîbyayê
    Brîtanya: ‘Divê kurd di proseya siyasî ya Sûriyeyê de cih bigrin'
    Brîtanya: ‘Em amade ne beşeke qeyrana aborî ya Kurdistanê çareser bikin’
    Brîtanya, welatiyên xwe ji bo çûna Tirkiyeyê hişyar kirin
    Brîtanya: 'Em piştgiriyê didin diyaloga Hewlêr û Bexdayê'
    Etîketan:
    serokê populîst ê rastgiran, Serokwezîrê Brîtanyayê, Nigel Farage, David Cameron, Londra, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de