09:12 24 Sibat 2018
Zindî
    al-ala katalonya

    Katalonya 10 nûnertiyên din vedike

    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Herêma xweser ya Katalonya ragihand ku heta sala 2017an wê li 10 paytextên din nûnertiyan vekin.

    Navenda nûçeyan — Li gorî nûçeya La Vanguardia ya katalan, Katalonya wê li paytextên Lizbon, Vatikan, Kopenhag, Varşova, Venevre, Zagrep, Buenos Aires, Mexico City, Seul û Rabatê nûnertiyan veke.  Rojnameyê diyar kir ku bûtçeya nûnertiyên nû jî 400 hezar euro ye.
    Katalonya heta niha li bajarên Berlin, Paris, Bruksel, Washington, Viyana û Londrayê xwedî nûnertî bû.

    Hêjayê gotinêye ku parlementoya katalan mijdara sala par li Spanyayê dest bi têkoşîna serxwebûnê kir û di encamê de gavên makeqanûnaneke nû hate avêtibûn. Li ser vê yekê Hikumeta Madrîdê giliyê xwe ji Dadgeha Makeqanûna Îspanyayê kiribûn ku biryara Katalonyayê bê betal kirin. Katalonya jî daxuyand ku ew biryara dadgehê nas nakin.

    Bi heman mijarî:

    Baskan di rapirsîna giştî de serxwebûn xwest
    Tony Blair: Serxwebûn mafê gelê kurd e
    Kurd dê kîjanê hilbijêrin; federalî, konfederalî yan serxwebûn
    Ciwanên Kurdistanê jî got “serxwebûn”
    Etîketan:
    makeqanûn, spanya, katalan, serxwebûn, spanya, katalonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de