08:51 24 Çile 2018
Zindî
    Claudia Roth

    Claudia Roth: ‘Erdogan tehrîkkariyê dike'

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Claudia Roth, Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan weke tehrîkar binavkir û got Erdogan ji ser welatiyên tirk yê li Almanyayê bêaramiyê derdixe.

    Navenda nûçeyan — Nûnera Serokê Meclisa Almanyayê Claudia Roth, derheqê daxuyaniyên Erdogan yên derheqê palmeneterên alman de got ‘Erdogan bi awayekî eşkere tehrîkkariyê dike.'
    Li gorî nûçeya Deutsche Welle (DW), Roth bangewaziya çalakiya protestoyê ya li hemberî Angela Merkel kir û got: ‘Divê Merkel xwedî tevgereke rast be. Li ber Erdogan wiha bêdeng nemine. Lewra kiryarên Erdogan li dij hemû teamûlan e.'

    ‘Dîvê rêza biryara parlmentoyê bê girtin'

    Ji aliyê din jî Berdevka Hikumeta Almanyayê Steffen Seibert bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan û diyar kir ku Almanya derbarê qirkirina ermeniyan de biryareke serdest da û divê Erdogan rêza vê yekê bigre.

    Hêjayê gotinêye ku Erdogan bêyî ku nav bide parlementerê Partiya Keskan Cem Ozdemîr kire nava hedefa rexneyên xwe.

    Bi heman mijarî:

    Parlementoya Almanyayê pêşnûmaya qirkirina ermeniyan pejirand
    Merkel piştgiriya biryara pejirandina qirkirina ermeniyan dike
    Sarkîsyan ji bo pêşnûmaya komkujiya ermeniyan bangî parlamenterên alman kir
    Ji ber "komkujiya ermeniyan" bi e-peyaman gef li parlementerên alman hatin xwarin
    Etîketan:
    ermenî, erdogan, tehrîkkarî, Claudia Roth, Steffen Seibert, tirkiye, almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de