16:34 27 Gulan 2018
Şewat

Li Almanyayê li embara penaberan agir derket: 21 kes jehirîn

© AFP 2018 / AMINU ABUBAKAR
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Dusseldorfa Almanyayê li embara ku 282 penaber penaber lê diman de şewat derket. 21 penaberên ji ber dûxanê bi jehrê ketin û wan bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Dusseldorf — Li bajarê Dusseldorfê fûara teknolojiya çapemendiyê tê lidarxistin. Li kêleka fûarê embareke mezin ya ku bi qasî 282 penaberên sûrî, îraqî û afxan lê hene, heye. Hate gotin ku îro li wê embarê ji ber sedemeke ne diyar agir derket. Agir bi mudaxaleya lezgîn ya tîmên agirkûjê hate vemirandin lê 21 penaber ji ber dûxanê jehirîn.
Penaber bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Parêzgeha Nordrhein-Westfalen, Ralf Jäger daxuyand ku hemû penaberên ku li wê embarê diman wê bişînin wargehên penaberan.

Bi heman mijarî:

Bobelat 25 penaber xeniqîn
710 penaber dîsa çûn Efrînê
NY:'Li Deryaya Spî di hefteyekê de 700 penaber mirin'
Li Deryaya Spî karesat:80 penaber windayî ne
Qaçaxçiyan ji milyonek penaber 6 milyar dolar qezenç kirine
Etîketan:
jehirîn, şewat, penaber, Ralf Jäger, almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de