23:19 25 Gulan 2018
Spanya

Spanyayê çav berda turîstên rûsî yên dev ji Tirkiyeyê berdan

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Bazirganî yê Spanyayê li Rûsyayê Galina Kuroçkîna ragihand ku Ji bo turîstên rûsî em dixwazin şûna Tirkiye û Misrê bigirin.

Moskova Nûnerê Bazirganî yê Spanyayê li Rûsyayê Galina Kuroçkîna di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Ji bo turîstên rûsî em dixwazin şûna Tirkiye û Misrê bigirin. Şirketên spanyayî dest bi pergala ‘her tişt di nav de' pêşkêşî hemwelatiyên rûsî dikin. Ev turên ku beramberî hev di navbera Spanya û Rûsyayê de di meha nîsanê de hatin destpêkirin, bawerim wê hejmara wan pir zêde bibe. Em dixwazin şûna Tirkiye û Misrê bigirin.'

Hêdî hêdî turîstên rûsî berên xwe didin Spanyayê

Galina Kuroçkîna di berdewamiya axaftina xwe de got. ‘Digel ekonomiya neyînî jî di sala 2015an de piştî Misir, Tirkiye û Yûnanîstanê welatê 4emîn ku herî zêde turîst çûn Spanya bû.'

Li gorî raporta Enstîtûya Îstatîstîkên Neteweyî ya Spanyayê ku meha borî belav kiribûn, turîstên ku bi metirsiya terorê dev ji çûna Tirkiye û Efrîqeya Başûr berdan, bi saya wan di bazara turîzmê ya Spanyayê de emareyên geşbînê hatin dîtin.'

Bi heman mijarî:

Turîstên rûsî îsal wê berê xwe bidin Yûnanîstan, Qibris û Tunisê
Çûna turîstên rûsî ji bo Tirkiyeyê sedî 90 kêm bû
Çûna turîstên rûsî ji bo Antalyayê sedî 79 kêm bû
Hejmara turîstên ku di meha adarê de hatin Tirkiyeyê ji sedî 12 kêm bûn
Hejmara turîstên rûsî ku diçûn Antalyayê ji sedî 99 kêm bû
Etîketan:
Turîstên rûsî berê xwe didin Spanyayê, raporta Enstîtûya Îstatîstîkên Neteweyî ya Spanyayê, Nûnerê Bazirganî yê Spanyayê li Rûsyayê, Galina Kuroçkîna, Spanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de